Rêxistinên ziman: Divê lingekî pêvajoya çareseriyê zimanê kurdî be
Diyarbekir (K24) – Di pêvajoya çareseriya pirsa kurdan de, ji ber ku zimanê kurdî nayê rojevê, rêxistinên ziman ên Bakurê Kurdistanê û siyasetmedar rexneyan li pêvajoyê dikin û dibêjin di warê nûnertiya mafên neteweyî yên kurdan de kurd di pêvajoyê de bêxwedî mane. Daxwaza aliyên kurdî ew e ku zimanê kurdî jî di pêvajoyê de were gotûbêjkirin û li ser xwedî statûbûna zimanê kurdî jî pêşniyar werin pêşkêşkirin.
2 sal di ser destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsa kurdan re derbaz dibin, ku ji bilî dema dayîkên aştiyê di komisyona hevgirtina neteweyî, biratî û demokrasiyê de xwestin kurdî biaxifin û rê li wan hat girtin, zimanê kurdî nehatiye rojevê.
Li ser vê rewşê rêxistinên zimanê kurdî amaje dikin ku divê lingekê pêvajoyê jî zimanê kurdî be û daxwaz ew e ku rê li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî were vekirin û zimanê kurdî jî bibe xwedî statû.
Rêveberê Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) Saît Ozturk di vî warî de got: “Ev serê 2 salan e pêvajoyê dest pê kiriye lê hîn jî ne aliyê dewletê û ne jî aliyên kurdan ên pêvajoyê zimanê kurdî neaniye rojevê, divê siyasetmedar derbarê zimanê kurdî de wisa ne hişk bin, mafek xwezayî ye.”
Siyasetmedarên kurd jî balê dikêşin ser wê yekê ku divê di pêvajoya çareseriya pirsa kurdan de behsa zimanê kurdî jî were kirin û divê civak bizane ku gelo di aliyên di pêvajoyê de cih digirin bo çarenusa zimanê kurdî xwedî nexşerêyek çawa ne.
Cîgirê Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Hanîfî Eren jî ragihand: “Dibêjin em bi dewletê re muzakereyan dikin lê hîn jî behsa ziman nekiriye. Divê en hindik di dibistanên seretayî de zarokên kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê bistînin û zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî û bibe xwedî statû.”
Siyasetmedar û rêxistinên ziman balê dikêşin ser wê yekê ku zimanê kurdî çiqasî zû were rojevê, dê çareserî ewqasî bilez bibe lê eger ziman were paşxistin û newe dîtin, dê pêvajo jî dirêj û qels bibe.