Asta berhemanîna benzînê li Herêma Kurdistanê zêde dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir ku hemî kompaniyên navdewletî yên petrolê vegeriyane ser karên xwe û careke din dest bi berhemanîna petrolê kiriye, vê yekê jî dê bandoreke erênî li ser zêdebûna astê benzînê û daketina nirxê wê hebe.
Çavkaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku hemî Kompaniyên navdewletî yên petrolê bi awayekî fermî vegeriyane ser karên xwe li nav zeviyên Herêma Kurdistanê û careke din qonax bi qonax dest bi amadekirin û derxistina petrola xav kiriye.
Di heyama borî de rawestana karê kompaniyên berhemanîna petrola xav li Herêma Kurdistanê bûbû sedema çêbûna pirsgirêka kêmiya benzînê. Sedema vê yekê jî peywendî bi awayê dana mafên darayî yên wan kompaniyan ve heye. Hikûmeta Iraqê li beranberî karên wan, li şûna pareyî petrola xav dide wan kompaniyan.
Paşî kompaniyên petrolê parek ji wê petrola xav dîsa difroşin parzinîngeh û bazirganên navxweyî yên Herêma Kurdistanê. Li wê derê jî, ew petrol careke din tê amadekirin û benzîn jê tê çêkirin.
Bi vî awayî destpêkirina karê kompaniyan dê bibe sedema dabînkirina petrola xav a zêdetir bo parzinîngehan, di encamê de astê berhemanîna benzînê zêde dike û bandoreke rasterast li ser daketina nirxê wê di bazaran de dike.