Zeyta zeytûnan ya Kurdistanê bi kalîteyeke bilind tê berhemanîn
Ranya (K24) – Li Herêma Kurdistanê sektora çandiniyê, nexasim berhemanîna zeyta zeytûnan geşedaneke mezin bi xwe ve dibîne. Niha li kargehên navxweyî salane 800 ton zeyta zeytûnan bi kalîteyeke bilind tê berhemanîn û hewl têne dayîn ku ev berhem bibe brandeke navdewletî.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê planên wan ên berfireh hene ji bo geşepêdana vê sektorê. Armanca sereke ew e ku berhema navxweyî zêde bibeو da ku pêdiviya bazara Kurdistanê dabîn bike û pêşî li hawirdekirina zeytên biyanî were girtin.
Ji bo bilindkirina kalîteya zeyta zeytûnan li gorî pîwerên cîhanî, wezaret ligel Enstîtuya CIHEAM Bari ya Îtalyayê bi rêya projeya "CORIS" hevkariyê dike. Bi piştgiriya pisporên îtalî, hewl tê dayîn ku zeytê zeytûnê yê Kurdistanê wekî brandeke cîhanî were naskirin û rê li ber hinardekirina wê ya ji bo derva were vekirin.
Hêmin Hesen, ku cotkarekî herêmê ye, derbarê cureyên darên zeytûnê û xwedîkirina wan de diyar kir ku ax û keşûhewaya Kurdistanê ji bo çandina zeytûnan guncayî ye û wan gelek cureyên darên zeytûnan çandiye.
Herwiha Sabîr Hacî Resûl, xwediyê kargeheke zeytê zeytûnê, bal kişand ser qonaxên nûjen ên zextandina zeytûnan û destnîşan kir ku zeytê wan di warê tam û kalîteyê de dikare ligel zeytên herî baş ên cîhanê pêşbaziyê bike.
Niha li parêzgehên Herêma Kurdistanê bi hezaran donim zevî bi darên zeytûnan hatine çandin û her sal hejmara kargehên zeyta zeytûnan ên nûjen zêdetir dibe, ku ev yek dibe sedema geşbûna aboriya cotkaran û peydakirina derfetên kar.