Li Ranyayê bingeheke cîgir a rizgarkirinê bo parastina geştyaran hat vekirin

Ranya
Ranya

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo parastina canê geştyar û welatiyan, Birêveberiya Berevaniya Sivîl a Raperînê bingeheke cîgir a çavdêriyê li ser rûbarê Derbendî li Ranyayê vekir, ev jî piştî ku di îsal de 5 bûyerên xeniqînê li wê deverê hatine tomarkirin.

Bi merema parastina canê geştyaran û rizgarkirina wan di bûyerên lezgîn de, Birêveberiya Berevaniya Sivîl a Raperînê bingeheke cîgir li ser ava Derbendî ya Ranyayê bi navê "Bingeha Parastina Rûbarê Derbendî" vekir.

Berdevkê Birêveberiya Berevaniya Sivîl a Raperînê Raîd Elî Qadir ji Kurdistan24ê re ragihand ku ji ber bilindbûna asta avê li Derbendê Ranyayê, hejmareke zêde ya geştyaran serdana deverê dikin. 

Raîd Elî Qadir amaje bi wê yekê jî kir ku pareke zêde ya welatiyan di wê avê de melevaniyan dikin û hejmara belemên geştyarî jî zêde bûye, ji ber wê yekê biryara vekirina vê bingeha cîgir hat dayîn ku rojane bi awayekî 24 saetî çavdêriya ewlehiya canê welatiyan dikin.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Raperînê herwesa got: "Di 24 saetên borî de tîmên wê bingehê bi rêya kameraya çavdêriyê dîtiye ku metirsî li ser canê jinekê çê bûye û wan kariye bigihîjin wê û ji xeniqînê rizgar bikin."

Di derheqa desteya wê bingehê de jî, navborî ron kir ku 15 karker li ser 3 tîman hatine belavkirin û berdewam çavdêriya geştyaran dikin, biryar e jî bingehên bi vî rengî li çend deverên din jî bên vekirin.

Li ser amarên xeniqînê li wê deverê, Raîd Elî Qadir aşkere kir ku ji destpêka îsal ve heta niha 5 bûyerên xeniqînê li devera Raperînê hatine tomarkirin. Her wiha ragihand ku bi sedema hejmareka zêde ya çem û rûbaran, zêdetirîn bûyerên xeniqînê li qezaya Pişderê hatine tomarkirin.