Ocalan: Ew belgenameyên bi navê min tên belavkirin ji rastiyê dûr in
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew zanyar, belgename û destxetên ku di medyayê û torên civakî de bi navê wî tên belavkirin ji rastiyê dûr in û bizavên çêkirina aloziyan in.
Abdullah Ocalan li ser wan arşîv û zanyarên ku van dawiyan di medyayê de hatine belavkirin ronkirinek da belavkirin û tê de ragihand: "Îradeya siyasî ya bihêz a Serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî, amadeyiya bo banga min li ser destberdana ji têkoşîna çekdarî, her wiha ew piştgiriya dîrokî ya partiyên siyasî ku bû sedema pejirandina qanûna 'Bihêzkirina Hevgirtina Nîştimanî û Yekîtiya Civakî', ligel lidarxistina civîna yekê ya komîsyona peywendîdar, nîşanên zelal in bo wê yekê ku prose bi pêngavên biwêrane ber bi pêş ve diçe. Prose gihîştiye qonaxeke hestiyar."
Ocalan di pareke din a peyama xwe de amaje bi bizavên astengkirina proseyê kir û got: "Di berhemê vê qonaxa dîrokî de, bizava hinek aliyan bo astengkirina proseyê pilankirina li dijî min e. Ew gotin, hevdîtin, nav, belgename, komnivîs û amajeyên di medya û torên civakî de hatine belavkirin û bo min tên vegerandin, bi temamî ji rastiyê dûr in. Ev belavok livîna alozîhezkirinê ya wan aliyan e yên ku li dijî proseyê ne."
Ocalan di dawiya peyama xwe de jî tekez kir: "Diyar e ez bizavên xwe bo avakirina aştiya civakî û serweriya qanûna biratiyê zêdetir pêş dixim. Ez daxwazê ji hemî aliyan û tevahiya texan dikim ku bi canê biratiyê, bi aqilmendî û bi hişyarî serederiyê bikin."