Wezîrê Gencîneyê yê Brîtanyayê hişyarî da Tehranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Gencîneyê yê Brîtanyayê John Healey ragihand, welatê wî bi temamî piştgiriyê dide hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê yên ji bo çareserkirina dosyaya Îranê û pêşwaziya zêdekirina fişarên Washingtonê kir.
Wezîrê Gencîneyê yê Brîtanyayê John Healey di daxuyaniyekê de diyar kir, ew piştgirî didin pêngavên dawî yên Washingtonê, bi taybetî pakêta cezayên berfireh ku di van rojan de li dijî Tehranê hatine ragihandin. Healey tekez kir ku welatê wî bi biryar e rê li ber Îranê bigire, daku aboriya cîhanî ji bo berjewendiyên xwe bikar neyne.
Healey got: "Em ê ligel Amerîkayê xebatên xwe berdewam bikin, daku fişarên aborî yên li ser Tehranê berdewam bin."
Wezîrê Brîtanî hişyarî da Îranê û daxwaz kir ku demildest "çalakiyên xwe yên têkder" li navçeyê rawestîne. Healey bi taybetî bal kişand ser gefên Îranê yên di Tengava Hurmizê de û diyar kir ku ev tevger dibin sedema têkdana aramiya herêmî û navneteweyî.
Ev daxuyaniya Brîtanyayê piştî wê yekê hat ku roja Duşema borî, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent pakêteke nû ya cezayan ragihandibû. Ev cezayên nû 60 kesayet, sazî û keştiyan li xwe digirin.
Ev rageşiya nû di demekê de ye ku di nava şeş mehên borî de, Washington û Tehranê du caran (di mehên Nîsan û Hezîranê de) li ser agirbestekê û mîsogerkirina azadiya çûnûhatina deryayî di Tengava Hurmizê de li hev kiribûn. Lê belê her du peyman jî di demeke kurt de têk çûn û nakokiyên di navbera her du welatan de ji nû ve gur bûn.