Plana nû ya Iraqê; Zêdekirina berhemanîna petrolê li zaviyên Herêma Kurdistanê
Iraq dixwaze heta 2030ê berhemanîna rojane ya petrolê bigihîne 10 milyon bermîlan
Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq plana stratejîk a kerta petrolê bo salên 2027-2030an nîqaş dike, ku tê de armanc dike asta berhemanîna petrolê heta sala 2030ê bo nêzîkî 10 milyon bermîlan di rojêkê de bilind bike.
Civîneke berfireh îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û bi amadebûna wezîrên darayî û petrolê û hejmareke şêwirmendan, bi merema nîqaşkirina plana stratejîk a pêşxistin û zêdekirina berhemanîna petrolê bo heyama di navbera salên 2027-2030an de, hat kirin.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihandinek belav kir ku tê de hatiye: Di civînê de tekez hat kirin ku pêdivî ye asta berhemanîna petrola Iraqê ligel qebareya yedeka petrolê, şiyanên kerta enerjiyê û rêjeya mezinahiya xwecihbûna welat de bigunce, bi rengekî ku bikare pêdivîtiyên welatiyan û daxwaziyên pêşxistinê dabîn bike.
Di wê civînê de herwesa behsa pêdivîtiya pêşxistin û nûjenkirina jêrxane û şiyanên hinardekirinê da ku ligel zêdebûna çaverêkirî ya berhemanînê paralel bibe.
Di derheqa pirsa gazê de jî, rênimayî hat dan ku kar bo veberhênana temam di gazê de bê kirin; bi merema dabînkirina pêdivîtiya navxweyî bo enerjiyê, kêmkirina pûçbûnê, û gihîştina bi qonaxa xwexwedîkirinê bo rawestandina hawirdekirina gaza derve.
Li gorî wê ragihandinê, her di wê civînê de, rênimayî bo zêdekirina rêjeya berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hat dan, bi merema bicihhatina armancên plana stratejîk û gihandina asta berhemanîna petrolê bo nêzîkî 10 milyon bermîlan di rojêkê de heta sala 2030ê.
Herwesa Wezareta Petrolê bo amadekaraiya lidarxistina konferanseka berfireh hat raspartin, ku tê de vexwandinname arasteyî kompaniyên mezin ên nêvdewletî yên warê petrolê bê kirin, bi armanca kişandina veberhêneran, wergirrtina feydeyî ji şarezayî û teknolojiya cîhanî û, girêbestkirina ligel wan bo bicihanîna projeyên geriyan, berhemanîn, pêşxistin û hinardekirinê; ev jî bi merema bihêzkirina cihê Iraqê di bazara enerjiyê ya cîhanî de û piştgirîkirina çavkaniyên darayî û şiyanên aborî yên Iraqê.