Derbarê Ahmet Davutoglu de lêpirsîn hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi tometa "heqareta li Serokkomar Recep Tayyip Erdogan" kiriye, derbarê Serokê Giştî yê berê yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser hinek dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, biryara lêpirsînê da. Lêpirsîn di çarçoveya xala 299/1 a Zagona Cezayê ya Tirk (TCK) de, ku tê de "heqareta li serokkomar" wekî tawan tê dîtin, hat vekirin.

Mijara vê lêpirsînê, axaftineke kevn a Ahmet Davutoglu ye ku li qehwexaneyeke gundekî hatibû kişandin. Ev dîmenên ku berê hatibûn tomarkirin, di van rojên dawî de careke din li ser medyaya civakî bûn rojev.

Di wan dîmenên ku bûne hinceta lêpirsînê de, Ahmet Davutoglu rexneyên tund li siyaseta aborî û rêveberiya Erdogan digire û dibêje:

"Milyar li milyarê xwe zêde kirin, pariya heram xwarin û derdora xwe dewlemend kirin. Zava kir wezîr, xizmên xwe dewlemend kirin û Tirkiye pêşkêşî 5 peymankaran kir."

Ahmet Davutoglu, ku berê wekî Serokwezîr û Wezîrê Derve yê AK Partiyê kar kiribû, piştre ji wê partiyê veqetiya û Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) ava kiribû.