Derûnnasên Kurd li Tirkiyeyê pişgiriyê didin Proseya Aştiyê
Stenbol (K24) – Li Stenbolê derûnnasên Kurd ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê di sempozyumekê de gihîştin hev. Di wê sempozyumê de encam û bandorên xirab ên şerî li ser derûniya civakê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Derûnnas dibêjin ku pêdivîtiya derûniyeke baş bi aştiyê heye. Lê aştî jî bi naskirina mafan çê dibe, bi taybetî bi naskirina mafê şînê û lêborînxwestina ji qurbaniyên şerî.
Bi berdewamiya Pêvajoya Aşitiyê piştî siyasetmedar, rewşenhizir, zanayên siyasetê û yasanasan, vê carê jî derûnnasan behsa girîngiya aşitiyê kir.
Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê bi dirûşma “Aşitî Bo Her Kesî” sempozyumek bi navê “Derûniya Parêzkar û Aşitiya Civakî” saz kir.
Derûnnasên pispor ku piraniya wan Kurd in, bandor û encamên xirab ên şerî yên li ser derûniya civakê bi berfirehî nîqaş kirin û pêvajoya aşitiyê ku ev du sal in berdewam e girîng nirxand.
Di şerê PKKyê û dewleta Tirkiyeyê de zêdetir ji 50 hezar kesan bûne qûrbanî û pêvajoyên şînê yên gelek ji wan malbatan hê berdewam in. Derûnnas diyar dikin, temambûna pêvajoyên şînê girêdayî naskirina mafên qurbaniyan e û herwiha divê lêborîn ji wan were xwestin.
DER-MEZ armanc dike ku bi berdewamiya pêvajoya aşitiyê xebat û çalakiyên xwe yên ji bo aşitiya civakî û derûniya parêzkar zêdetir bike.