Li Hewlêrê 6emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Serbixwe dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeşemîn xula Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kurdistanê, bi hevkariya Navenda Gencan û bi beşdariya fîlmên curbecur, li bajarê Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir.

Serokê Lîjneya Ragihandinê ya Festîvalê Hejar Omer îro 7ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, mîhrîcan ne tenê ji bo nîşandana fîlman e, lê belê wekî platformekê ye ji bo komkirina sînemakar, hunermend, hilberîner, lîstikvan, nivîskar û afirîneran.

Hejar Omer diyar kir, armanca wan a sereke afirandina derfetekê ye ji bo naskirin, pevguherandina ezmûnan û parvekirina raman û projeyên nû di navbera hunermendên navxweyî û biyanî de.

Li gorî agahiyan, festîval dê 5 rojan berdewam bike û tê de 19 fîlmên bijartî werin nîşandan. Bernameya mîhrîcanê ji nîşandana fîlman, merasîmên fermî, bernameyên çandî, civînên pîşeyî û pêşkêşiyên taybet pêk tê.

Yek ji xalên herî girîng ên festîvalê ew e ku hinek fîlmên bijartî dê di paşerojê de bi rêya kompanyaya "Pictures N&M Entertainment" li Amerîkayê werin nîşandan. Hejar Omer destnîşan kir, ev yek dê bibe sedema firehkirina bazara sînemaya Kurdî û gihîştina berhemên hunerî bi astên cîhanî.

Omer herwiha got: "Ev têkilî û peywendiyên nû yên navneteweyî dikarin derfetê bidin sînemakarên me ku beşdarî pêşbaziya xelatên Oscarê bibin û şertên pêwîst ji bo vê xelata cîhanî bi dest bixin."

Serokê Lîjneya Ragihandinê diyar kir, vexwendin ne tenê ji bo sînemakarên beşdar e, lê mêvanên taybet û hemû hunermend dikarin beşdarî çalakiyan bibin. 

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kurdistanê, bi amadebûna hejmareke mezin a hunermend û sînemakaran, dê heta 5 rojan li Navenda Gencan a Hewlêrê bi çalakiyên xwe yên hunerî berdewam bike.