Li Zanîngeha Dihokê Festîvala Pêkvejiyanê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê bi pêkvejiyana ol û neteweyan tê naskirin. Piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemî pêkhateyên olî û neteweyî wesa kiriye ku ev pêkvejiyan deng li cîhanê vede, lewma jî rêkxistinên civaka sivîl ên navneteweyî li ser vê yekê kar dikin û bûye mînakeka gelek xweşik.
Îro li nav Zanîngeha Dihokê û hemî zanîngehên Herêma Kurdistanê de jî pêkvejiyana ku di navbera xwendekaran de heye mînakeka herî xweşik e, lewma jî Zanîngeha Dihokê festîvaleka girêdayî vî warî rêk xistiye ku Xidir Domilî serperiştiya wê dike.
Xidir Domilî ji K24ê re got: “Devera Behdînan bi pêkhateyên cuda cuda gelek navdar e, herwesa bi çandên cuda cuda wekî çandên devokî, zimanan û kincan mûzîkê. Ev sê sal in ku em vê çalakiyên dikin û sal bo salê zêdetir xwe digire.”
Navbirî herwesa ragihand: “Ev pirrengî ji aliyê xwendekaran ve û heta ji aliyê vekoleran ve jî giring bûye, lewma jî em wekî Navenda Xwandinên Aştiyê rijd in ku wesa bikin ev festîval bibe festîvaleka mezin û di nav zanîngeha de bê kirin.”
Serperiştê Festîvalê amaje jî kir: “Herwesa me niyet heye ku sala bê her şeş zanîngeha deverê tevlî wê bibin û çalakiyên xwe pêşkêş bikin. Ev parek ji projeya me ya ligel LWF e, lewma jî em berdewam in û plan û piştevanî jî dê ji bo vê çalakiyên hebin. “
Xidir Domilî eşkere jî kir: “Me du sê peyamên serekî hene; peyama yekê ew e ku me çandeka giring heye ku em van xalan bi hev re girê bidin. Ya duyê ew e ku em wesa bikin ev çand bê parastin. Ya sêyê jî ew e ka em çawa vê çandê bo nifşê nû bidin nasandin, bi taybetî jî li serdema teknolojiyayê û medyaya civakî giring e ku ev çand careka dî bê saxkirin.”
Navbirî li dawiyê jî ragihand: “Armanca me pêkvejiyan e. Dema tu çanda hemiyan bi hev re didî nasandin, bê ferq û cudahî, dema tu dibêjî ev çand pirên peywendiyan û baweriyê çê dike, dema tu hemî çandê bi hev re didî nasandin, xelk jî dê li xalên hevpar bigere û encama wê dê bibe tenahî û pêkvejiyan û aştiya civakî.”
Li tevaya Herêma Kurdistanê, hemî ol û netewe bi hev re dijîn, bê ferq û cudahî û her yek li ser ola xwe. Di nav Zanîngeha Dihokê de jî giringiyeka taybet bi vê pirrengiyê hatiye dan, daku nifşê nû bizane ku bab û kalan pêkvejiyan hebûye û divê niha jî bi dilxweşî û bê ferq û cudahî ev pêkvejiyan bimîne.