Erdogan: Ew şerê ku bi handana Îsraîlê dest pê kiriye, em hemû baca wî didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 71emîn civîna kabîneya hikûmetê hat lidarxistin. Erdogan piştî civînê derbarê aborî, ewlehî û geşedanên herêmî de, Îsraîl bi têkdana aramiya herêmê tawanbar kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneyê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, di civînê de mijarên wekî dadwerî, aborî, bajarvanî û ewlehiya kolan û cadeyan hatine gotûbêjkirin. Erdogan diyar kir ku ji bo aramiya welatiyan gelek biryarên nû û girîng hatine girtin.
Erdogan bal kişand ser bingeha dîrokî ya dewleta Tirkiyê û destnîşan kir ku ew dîroka Komara Tirkiyê ji ya Selçûqî û Osmaniyan cuda nabînin. Herwiha got: "Em komarê wekî berdewamiya wê dîrokê dibînin û li ser vê bingehê peywendiyên xwe bi welatên dost û bira re careke din ava dikin."
Herwiha Erdogan Îsraîl bi têkdana ewlehî û aramiya navçeyê tawanbar kir û diyar kir ku krîza Îranê bandoreke rasterast li ser aboriya cîhanê dike. Erdogan wiha axivî: "Qeyrana Îranê bandorê li me û hemû cîhanê dike; ji ber vê yekê bihayê petrol û sotemeniyê bilind dibe. Ew şerê ku bi handana Îsraîlê dest pê kiriye, tenê bandorê li gelê Îranê û welatên Kendavê nake. Peywendiya me hebe yan nebe, baca vî şerî em hemû bi hev re didin."
Derbarê helwesta welatê xwe ya di qada navneteweyî de Erdogan got: "Bila helwesta me ya xwînsar nebe sedem ku hinek alî ji bo xwe xeyalan ava bikin. Tirkiye ne li dijî tu welat yan baweriyekê ye; Tirkiye li dijî sitemkarî, neheqî û zordariyê ye. Kes nikare arasteya dîrokê biguherîne. Tirkiye dê destê xwe bide dostên xwe, xizmên xwe hembêz bike û bi birayên xwe re bibe yek. Di encamê de, dostên Tirkiyê dê qezenc bikin, dijminên wê jî dê winda bikin."
Serokomarê Tirkiyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye dê di parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî û dabînkirina aramiya herêmî de bi biryar be.