Berhemê tiriyê Dihokê îsal dê bigihîje 80 hezar tonan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê diyar kir ku parêzgeha Dihokê li ser asta Herêma Kurdistanê di berhemên tirî de li rêza yekê ye û tê pêşbînîkirin ku berhemê îsal bigihîje 80 hezar tonan.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê Ehmed Cemîl îro Sêşemê, 8ê Îlona 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Proseya wergirtina tirî ji cotkaran bo sala duyê li ser yek ji aliyê kompaniyeke kerta taybet ve berdewam e.”

Rêveberê Çandiniyê diyar jî kir ku sala borî nêzîkî 500 tonên tirî ji cotkaran hatin wergirtin, lê tenê di du rojên borî de 20 tonên tirî ji aliyê wê kompaniyê ve hatine wergirtin.

Ehmed Cemîl herwesa got: "Dihok di berhemên tirî de li rêza yekê ye. Em pêşbînî dikin ku berhemê îsal bigihîje nêzîkî 80 hezar tonan, ku ev yek li beranberî sala borî 15 hezar tonan zêde dibe."

Rêveberê Çandiniyê li Dihokê da zanîn jî ku ew kompaniya ku tirî werdigire berhemên din ên wekî sêv û hinaran jî ji cotkaran werdigire û bi pakêceke serdemane dişîne bazaran, ku ev yek jî wek piştgiriyeke giring bo cotkaran tê hejmartin.

Li sînorê parêzgeha Dihokê 55 hezar cotkar di hemî sektorên cihêreng de kar dikin. Navdaritirîn cûnên tiriyê wê deverê jî tiriyê "Mangêşk" û "Zawîte" ne.