Li Zaxoyê mizgeft û dêr mil bi mil hatin nûkirin: Sembola pêkvejiyanê li qiraxa Xabûrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku metirsiya rûxanê li ser yek ji kevintirîn şûnwarên olî yên bajêr hebû, Zaxoyê bi nûjenkirina Mizgefta dîrokî ya "Hecî Îbrahîm" rûyekî nû û nûjen da bajêr. Ev mizgeft niha ligel Dêra Ermeniyan a ku ew jî ji nû ve hatiye avakirin, li ser qiraxa rûbarê Xabûrê dîmenekî berbiçav pêk tînin ku tabloya pêkvejiyana olî û biratiya dîrokî ya li Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Ev projeyên giring di çarçoveya stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tên encamdan ku armanc jê parastina nasnameya kevnar, xwedîderketina li pîroziyan û vejandina geştyariya olî ye li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê.

Bi hevkariya hevbeş a Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û du kesên xêrxwaz, xebatên jinûveavakirin û berfirehkirina Mizgefta dîrokî ya Hecî Îbrahîm ji sedî 99 bi dawî bûne. Mizgefta nû ji du qatan pêk tê û dirêjahiya her aliyekî wê 21.6 metre ye, ku ev yek sêwiraneke berfireh û hevseng dide mizgeftê da ku hejmareke mezin ji nimêjkeran dihewîne.

Endazyarê serpereştyarê projeyê Serbest Muhsîn ji Kurdistan24ê re got: “Karên avakirinê ber bi dawîbûnê ve diçin. Mizgeft li ser rûberekî giştî yê di navbera 950 heta 1000 metrekareyî de li cihekî stratejîk ku li ser Kornîşa Zaxoyê û rûbarê Xabûrê dinerê hatiye çêkirin. Mesrefa projeyê di navbera 2 milyar heta 2 milyar û 250 milyon dînarê iraqî de bûye.”

Tenê çend pêngavan dûrî mizgeftê li ser heman kornîşê, xebatên nûjenkirina Dêra Ermeniyan jî bi mesrefa zêdetirî 2 milyar û 500 milyon dînar bidawî bûye. Ev gav ji aliyê civaka herêmî ve bi germî hat pêşwazîkirin û bû stûna xurtkirina pirrengiya demografîk a deverê. Avahiya dêrê li ser şêwaza mîmariya klasîk a olî ya Ermeniyan hatiye parastin.

Nûnerê pêkhateya Ermeniyan Dawûd Hohan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê projeyê wiha anî ziman: “Avakirina vê dêrê li ser pîvanên resen ên endazyariya Ermenî hatiye kirin ku nasnameya me ya neteweyî nîşan dide. Avahî li gorî daxwaz û hêviyên welatiyên Ermenî yên li Zaxoyê hatiye çêkirin; ji bo me ev dêr tenê ne cihê nimêj û rêûresman e, belkî cihekî çandî û komker ê hemû civakê ye.”

Ev tevgera avadankirinê tenê bi vê mizgeft û dêrê sînordar nîne; li gorî amaran di nava pênc salên borî de li sînorê Zaxoyê zêdetirî 40 mizgeft, dêr û mezargehên pîroz ên misilman, xiristiyan û êzidiyan ji nû ve hatine avakirin an nûjenkirin.

Rêveberê Ewqaf û Karûbarên Olî li Zaxoyê Neîm Ebdulxefar bal kişand ser rola Kabîneya Nehem û got: “Bi rênimayî û çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Kabîneya Nehem giringiyeke taybet daye pîroziyên olî. Xizmetguzariyên wekhev û berbiçav pêşkêşî mizgeft, dêr û mezargehên birayên Êzidî hatine kirin bêyî ku ti cudahî di navbera olan de bê kirin.”

Ev hevahengiya olî û çandî ya li qiraxa Xabûrê, ne tenê rûyekî bedew daye bajêr, belkî Zaxo kiriye yek ji stasyonên herî girîng ên geştyariya olî û mînakeke zindî ya lêborîn û biratiya gelan li herêmê.