Besra: Ji ber belavbûna gaza amonyayê bi dehan kes tûşî bêhntengiyê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê ragihand ku ji ber belavbûna gaza amonyayê di kargeheka zibilê kîmyayî de li devera Xur Zubêrê ya Besrayê, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 114 kes jî tûşî bêhntengiyê bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê îro Duşemê, 14ê Îlona 2026ê, ragihand ku ji ber belavbûna gaza amonyayê li kargeheka çêkirina zibilê kîmyayî li Besrayê, 114 kes tûşî bêhntengiyê bûn û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê Seyf Bedir di daxuyaniyekê de eşkera kir ku hemî tûşbûyîyan alîkarî û xizmetkariyên bijîşkî yên lezgîn wergirtine û wezaretê zêdetirî 50 ambûlansan şandine cihê wê rûdanê.

Seyf Bedir ron jî kir ku rewşa tenduristiyê ya piraniya tûşbûyîyan cîgir e û niha tenê 21 kes di nexweşxaneyan de mane. Ji wan: 12 kes di Nexweşxaneya Zubêrê de, 2 kes di Nexweşxaneya Seyabê de û 7 kes jî di Nexweşxaneya Kuweytiyê de tên dermankirin.

Ev rûdan di demekê de ye ku êvara duhî Yekşemê, 13ê Îlona 2027ê, çavkaniyeke ewlehiyê ragihandibû ku ji ber belavbûna gaza amonyayê di Kargeha Zibil a Başûr de li devera Xur Zubêrê, hejmareke welatiyan tûşî bêhntengiyê bûbûn.