Zeydî û Macron li Parîsê nexşerêyeke leşkerî û aborî îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dawiya serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî ya ji bo Fransayê de, Bexda û Parîsê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin. 

Di hevdîtina navbera Elî Falih Zeydî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron de, li ser kirîna sîstemên nûjen ên parastina esmanî, ewlehiya keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê û pêşxistina projeya "Rêya Geşepêdanê" rêkeftin pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan nexşerêyeke leşkerî pejirandin ku li gorî wê, artêşa Iraqê dê sîstemên pêşketî yên parastina esmanî, çavdêrî, topxane û sîstema têkbirina dronan (C-UAS) ji kompaniyên fransî bikire.

Serokwezîrê Iraqê di vê derbarê de da zanîn ku bi bidawîbûna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî di 30ê Îlona îsal de, dê hevkariya leşkerî ya dualî ligel Fransayê berfirehtir bibe.

Di hevdîtinê de, Macron piştgiriya xwe ji bo hewlên hikûmeta Iraqê yên ji bo hiştina çekan tenê di destê dewletê de nîşan da.

Herwiha her du aliyan pabendbûna xwe bi azadiya keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê tekez kirin; Zeydî diyar kir ku qeyrana Hurmizê ziyan gihandiye hinardekirina petrolê û tekez kir ku ew rê nadin axa Iraqê ji bo gefxwarina li dijî cîranan were bikaranîn.

Di warê aborî de, serokwezîrê Iraqê bal kişand ser projeya stratejîk a "Rêya Geşepêdanê" (bi dirêjahiya 1,900 kîlometre rêya trênê û bejayî) ku Kendavê bi rêya Tirkiyeyê ve bi Ewropayê ve girê dide.

Di dawiyê de her du aliyan pêşwazî li vekirin navendeke bijîşkî ya Fransayê li qezaya Şingalê kirin.