Nahît Eren: Amedspor hêviya bi milyonan e, em rê nadin kes serkeftina me têk bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yaneya Amedsporê Nahît Eren hişyariyê dide û radigihîne, hinek kes û alî hewl didin serkeftinên tîma wan ber bi aliyekî din ve bikşînin. Eren tekez dike ku Amedspor hêviya bi milyonan kesan e û ew ê nehêlin ti kes vê yekê têk bidin.

Nahît Eren îro 22ê Îlona 2026an di konferanseke rojnamevanî de, di derbarê pêgeh û armanca yaneyê de axivî got: "Yaneya Amedsporê yaneyeke mezin û bibandor e. Amedsporê karî di demeke kurt de, bi şiyan û hêza xwe, xwe di nava Superlîgê de biselmîne. Ji bo bihêzkirin û parastina vê pêgehê, çi ji destê me were em ê bikin. Em rê nadin ti kes û aliyan ku rojeveke li derveyî serkeftin û yariyê, ji bo Amedsporê çêbikin."

Eren bal kişand ser piştevaniya mezin a cemawerê tîmê û got: "Amedspor yaneya bi milyonan mirovan e, hêviya bi milyonan kesan e. Mirov dixwazin bi rêya serkeftinên Amedsporê bextewar bibin. Ji ber wê yekê, em rê nadin ti aliyekî ku vê hestê têk bide. Helbet hêj kêmasiyên me hene, lê em li ser rêyeke rast ber bi pêş ve diçin."

Ev daxuyaniyên Serokê Amedsporê piştî wê serkeftina dîrokî ya şeva borî hatin ku Amedsporê di hefteya 6emîn a Superlîga Tirkiyeyê de, li meydana xwe bi encama 3-2 ji tîma Beşîktaşê bir û hilkişiya lûtkeya rêzbendiya lîgê.