Tulay Hatimogullari: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê dest bi xebatê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bang kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê qeyûm werin rakirin, biryarên DMMEyê bên bicihanîn û Lijneya Şopandinê ya Meclîsê were avakirin.
Hatimogulları di axaftina xwe de tekez kir ku divê avêtina pêngavên şênber di pêvajoya aştiyê de neyê derengxistin û daxuyaniyên vekişîna hêzan a ji nav axa Tirkiyeyê û herêmên sînorî wekî "gaveke dîrokî" bi nav kir.
Hevseroka DEM Partiyê da zanîn ku desthilatdarî û dewlet nikarin berpirsiyariyên xwe ji sozên nezelal re bihêlin û got: "Pêwîst e pêngavên dualî bêyî ku li benda civîna asayî ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) bimînin werin avêtin. Civak dixwaze di pêvajoyê de pêşveçûnên berbiçav bibîne."
Hatimogullari daxwazên sereke yên qonaxa niha rêz kirin û got, divê qeyûmên li ser şaredariyan bên paşvekişandin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên bicihanîn, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag serbest bên berdan û "mafê hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan were sepandin.
Ji bo meşandina saxlem a pêvajoyê, Hatimogulları destnîşan kir ku divê jêr-komîsyonên ser bi "Lijneya Şopandin, Hevahengî û Pêkanînê" di demeke herî kin de dest bi xebatan bikin û xwest ku "Lijneya Aştî û Siyasîbûnê" ya ku tê pêşbînîkirin di bin koordînasyona Ocalan de bixebite, bi lezgînî bikeve warê cibicîkirinê.
Hatimogullari diyar kir ku ji bo vê yekê pêwîst e ji bo Abdullah Ocalan şert û mercên ku bikaribe "azad bijî û azad bixebite" werin dabînkirin.
Tulay Hatimogulları rexne li derengketina damezrandina "Lijneya Şopandinê ya Meclîsê" girt ku bi pêşengiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş dihat plankirin, û destnîşan kir ku divê bi hemû partiyên siyasî yên li Parlamentoyê re hevdîtin bên kirin.
Wê teqez kir ku nabe ev lijne tenê sembolîk bimîne: "Divê mekanîzmayeke çalak be ku pêşveçûnên li qadê bişopîne, astengî û derengketinan tespît bike, bi aliyan re hevdîtinan pêk bîne û raporan amade bike. Di heman demê de, divê rêxistinên jinan û saziyên Elewiyan ne tenê temaşevan bin, belkî rasterast bibin aliyekî çalak ê vê pêvajoyê."