Balyozê Fînlandayê: Peywendiyên me û Herêma Kurdistanê di asteke gelek bilind de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Fînlandayê li Îraqê ragihand ku peywendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê di asta herî bilind de ne û derfetên berfireh li beranberî pêşxistina lihevguhertinên bazirganiyê de hene. Herwesa siyaseta Herêma Kurdistanê ya xwedûrkirina ji aloziyan û rola Serokê Herêma Kurdistanê di navbeynakriya navbera Waşinton û Tehranê de gelek jîrane û hejî pesnê wesf kir.

Balyozê Fînlandayê li Îraqê Antti Putkonen îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, di hevpeyvîneka taybet de ligel Kurdistan24ê, bal kişand ser asta peywendiyên dîplomatîk û bazirganî, dosyeya ewlehiyê, pirsa vîzeyê û pîvera revenda Kurdî li welatê xwe.

Balyozê Fînlandayê amaje da xurtiya peywendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û got: “Peywendiyên me ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di asta herî bilind de ne. Ez berdewam serdana Hewlêrê dikim, bi merema civîna ligel berpirsên hikûmetê û serkirdeyên aliyên siyasî.”

Antti Putkonen herwesa ragihand: “Di kerta bazirganiyê de şiyan û derfetên gelek baş hene; rast e ku pêngav hêdî tên avêtin, lê şiyaneka zêde heye û kompaniyên Fînlandî jî dikarin bi awayekî zêdetir berçav li Herêma Kurdistanê çalak bin.”

Di derheqa rewşa deverê û cenga Îranê de jî, Putkonen helwesta Hewlêrê bilind nirxand û ragihand: “Reftara Herêma Kurdistanê di xwedûrkirina ji cenga Îranê de biryareke gelek jîrane bû. Herwesa bizav û helwestên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo navbeynkariya di navbera Îran û Amerîkayê de jî karekî gelek hejî pesnê ye; ji ber ku bo bidawîanîna cengê û serdestbûna diyalogê, hebûna serkirdeyên wek Nêçîrvan Barzanî gelek pêdivî ye.

Balyozê Fînlandayê behsa qurbanîdana xelkê Kurdistanê jî kir û got: “Herêma Kurdistanê di dema wê cengê de rûbirûyî êrîşên giran bû ve û gelek qurbanî dane, me jî wek Fînlanda bi tundî her binpêkirineka serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê şermezar kiriye.”

Li ser tevlîbûna leşkerî ya welatê xwe jî, balyozê navbirî ron kir: “Hêzên Fînlandayê bo heyama 10 salan parek ji hevpeymaniya navdewletî bûn, lê berî du salan û piştî agahdarkirina me ji planên nû, hêzên me ji wî çarçoveyî vekişiyan. Em li wê berê ne ku heta bêyî hebûna bingehên leşkerî jî em dikarin peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam bikin, di eynî demê de jî em dê li ser piştgirîkirina Îraqê di warê ewlehiyê de berdewam bin.”

Di derheqa vekirina nûnertiyê li Hewlêrê de jî, Putkonen got: “Niha ti planeke me bo vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê nîne, tevî hebûna hejmareka zêde ya Kurdan di welatê me de, lê welatî dikarin bi rêya balyozxaneya me ya Bexdayê serederî û daxwaziyên xwe pêşkêş bikin.”

Navbirî li ser dana vîzeyê jî amaje kir: “Niha ew prose berdest nîne, lê em kar dikin ku di demeke nêzîk de dabîn bikin, ji ber ku armanca me kêmkirina koça neqanûnî û peydakirina derfetan bo geştên qanûnî ye.”

Balyozê Fînlandayê herwesa oesna civaka Kurdî li welatê xwe kir û ragihand: “Hejmareka zêde ya welatiyên Kurd li Fînlandayê dijîn, ku gelek baş ligel civakê guncane û di warên bijîşkî, mamostayî û bazirganiyê de serkeftî ne. Em wan pal didin ku di warê aborî de çalaktir bin, ji ber ku ew dikarin wek pireka mukom rolekê giring di bihêztirakirina peywendiyên bazirganî yên navbera her du aliyan de bilîzin.”