Dilşad Şehab: Reşnivîsa budceya Îraqê baş nîne û bizava guheertina wê heye

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku reşnivîsa niha ya budceya Îraqê ne baş e û bizavên xurt bo guhertina wê û garantîkirina mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê dûr ji hevrikiyên siyasî hene.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, di çarçoveya hevpeyvîneka taybet de ligel Kurdistan24ê ronahî berda ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraq û deverê, astengên aborî û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Dilşad Şehab di destpêka axaftinên xwe de amaje bi wê yekê kir ku aloziyeka zêde li deverê heye, ku rengvedaneka wê ya rasterast li ser seranserî cîhanê çê bûye û komeka astengên mezin jî li beranberî Herêma Kurdistanê hene. Herwesa got: "Arêşeya me çespandina mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Îraqê de ye."

Navbirî ron jî kir: “Rewşa Herêma Kurdistanê tena ye û peywendiyên me ligel welatên deverê baş in; ez bi paşerojê geşbîn im, ji ber ku bo hemî cîhanê hatiye selimandin ku Herêma Kurdistanê çavkaniya aşitî, tebayî, hevgirtinê û hevfêmkirinê ye.

Di derheqa piştgiriya navdewletî de jî, Berdevkê Serokayetiya Herêmê behsa wê yekê kir ku tevî ku di dîrokê de zilmeke zêde li Kurdan hatiye kirin, lê piştî serhildanê hevpeymanan, bi taybetî Amerîkayê, piştgiriyeke mezin da Herêma Kurdistanê û ti tiştek nekiriye ku bibe sedema nîgeraniyê bo gelê Kurdistanê.

Di pareka dî ya axaftinên xwe de û li ser rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, Dilşad Şehab tekez li ser wê yekê kir ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêberiya Serok Barzanî li şûna hemî cîhanê ceng dijî koma terorîstî ya DAIŞê kir û ew şikand. Ji ber ku "Em xwedanên wê hêzê ne, em ji ti guherîneka deverê natirsin".

Herwesa amaje bi wê yekê jî kir ku vekişîna hevpeymanan ti metirsiyeke wisa li ser deverê çê nake, belku metirsiya rastî di navxweya Îraqê de hebûna wan hêzên çekdar e ku li derveyî qanûnê kar dikin; lewma pêdivî ye hikûmeta Îraqê sînorekî bo wan dane daku gefa wan li ser welat nemîne, geşbîniya xwe jî bi pêngavên Elî Zeydî bo kontrolkirina çekên wan hêzan diyar kir.

Dilşad Şehab tekez jî kir: "Em wek Herêma Kurdistanê dijatiya ti kes, alî û welatekî nakin û em li ser ti aliyekî nabin gef jî ". Di derheqa qeyranên navxwe yên Îraqê de jî, amaje bi xwezaya hevrikiyan kir û got: "Arêşe di Îraqê de qet nayên tunekirin; heke îro bên tunekirin, sibe dê arêşeyên dî peyda bibin."

Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku hevfêmkirineka baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, cihê Herêma Kurdistanê jî di danûstandinan de bihêz e ji ber ku hemî pabendbûnên xwe li beranberî Hikûmeta Federal bi şefafiyeka temam bi cih aniye û her tiştekê ku Bexdayê daxwaz kiribû hatiye bicihanîn û tevahiya daxwaziyên Herêma Kurdistanê jî bi temamî di çarçoveya destûrê de ne.

Dilşad Şehab bal kişand ser pirsa reşnivîsa budceyê û ragihand: “Reşnivîsa niha ya budceyê ne baş e lê îsrar jî li ser wê nehatiye kirin ku divê her bi wî awayî bê pejirandin; hêviyeka zêde heye ku nûnerên Kurd li Bexdayê rêyê li derbazkirina wê reşnivîsê bi vî forma niha bikin.”

Navbirî herwesa got: “Bizaveka gelek cidî heye daku ji bilî garantîkirina mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê, êdî mûçe têkelî arêşeyên siyasî neyên kirin û mafên bingehîn ên mûçexoran parastî bin.”