Li başûrê Kerkûkê efserek û leşkerek hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê parêzgeha Kerkûkê di encama teqîna bombeyeke vedayî de bi hêzên artêşa Iraqê de, efserekî payebilind û leşkerek hatin kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûn.

Jêderekî ji artêşa Iraqê bi pileya Muqedem ji Kurdistan 24ê re ragihand; teqîn li Wadî Zixeytûnê ya li başûrê parêzgeha Kerkûkê, di dema birêveçûna operasyoneke pişkinîn û paqijkirina navçeyê de, qewimiye.

Li gorî gotina wî jêderî, di encama teqînê de efserekî bi pileya "Emîd" ligel leşkerekî hatine kuştin û her wiha du leşkerên din jî bi giranî birîndar bûne.

Derbarê sedema encamdana vê operasyonê de, heman jêderî da zanîn ku ev geryan û pişkinîn piştî wê yekê hat ku duhî firokeyên şer li heman herêmê çend veşartgeh û kozikên paşmayên çeteyên DAIŞê kiribûn armanc û bombebaran kiribûn.

Li gorî zanyariyan, yekser piştî bûyerê hêzên zêdetir ên ewlehiyê gihîştine cihê teqînê, herêm xistine bin kontrolê û termê kuştiyan ligel birîndaran bo nexweşxaneyên nava bajarê Kerkûkê hatine veguhastin.