Sebah Nûman: Di demeke nêzîk de sîstemên nû yên berevaniya asmanî digihin Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê aşkere kir ku di nava çend mehên bê de, dê karwana yekem a sîstemên berevaniya asmanî bigihe welêt, ev yek jî dê bibe gerantiyeke xurt bo parastina aramiya seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman îro14ê Cotmeha 2026an di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê ragihand, Bexda bi rêyên dîplomatîk bersiva êrîşên derve dide û bi rêkarên yasayî rê li ber aloziyên navxweyî digire; bi taybetî li hember wan aliyên ku naxwazin ewlehî û aramî li welat hebe.
Sebah Nûman herwiha bal kişand ser hevbeşiya stratejîk a di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de û hêzên Pêşmerge wek beşeke bingehîn û sereke ya pêkhateya leşkerî û ewlehiyê ya Iraqê binav kir.
Derbarê dabînkirina çekên giran de, Nûman got: "Di nava çend mehên pêş de dê karwana yekem a sîstemên berevaniya asmanî bigihêje, ku ev yek dê ji bo parastina aramiya seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê bibe piştgiriyeke xurt û gerantiyek."
Di dawiya axaftina xwe de, berdevkê Fermandarê Giştî pîrozbahî li proseya yekxistina hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku hevahengiya bihêz û pevguhertina berdewam a zanyariyan di navbera her du aliyan de, tekane rê ye bo pêşîlêgirtina li têkçûna aramiya navçeyê.