Agirê li devera Tancuro ya Silêmaniyê hat kontrolkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Parastina Sivîl a Silêmaniyê ragihandin, wan karîne di demeke kurt de agirê ku li devera pîşesazî ya Tancuro derketibû kontrol bikin û rê li ber belavbûna wî bigirin.

Berdevkê Parastina Sivîl a Silêmaniyê Aram Elî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand; tîmên wan di demek kurt de gihîştine cihê bûyerê û karîne agirê li devera Tancuro bitemirînin berî ku zêdetir belav bibe.

Li gorî gotina Aram Elî, agir berbanga îro Şemiyê, 17ê Cotmeha 2026an, di encama kar û xebata li ser boriyekê de derketiye, lê bi xêra destwerdana bilez a tîmên agirvemirandinê agir di bin kontrolê de hatiye hiştin.

Derbarê zirarên bûyerê de, Berdevkê Parastina Sivîl a Silêmaniyê teqez kir ku ti ziyaneke canî çênebûye û tenê tankereke sotemeniyê şewitiye.

Devera Tancuro dikeve başûrê bajarê Silêmaniyê û wekî yek ji navçeyên herî mezin ên pîşesaziyê tê dîtin. Li vê herêmê gelek depoyên sotemeniyê, parzûngeh û kargehên corbicor hene. Ji ber kêmasiyên şert û mercên ewlehiyê û hebûna zêde ya madeyên şewatê, li Tancuroyê gelek caran bûyerên giran ên şewatê rû didin.

Di meha Tebaxa 2026an de jî li heman deverê di nava depoyeke sotemeniyê de agirekî mezin derketibû, ku di encamê de zêdetirî 30 tankerên sotemeniyê şewitîbûn û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûbûn.