Li Hewlêrê pêşangeha hevbeş a Wehbî Resûl û Bahadîn hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Galeriya Cîhan a Hewlêrê, pêşangeha hunerî ya hevbeş a bi navê «24 Saet» ji aliyê hunermendên şêwekar Wehbî Resûl û Bahadîn ve hat vekirin. Pêşangeh dê 12 rojan ji bo dildarên hunerê vekirî bimîne.
Hunermendê şêwekar Bahadîn ji Kurdistan24ê re ragihand, proje ji 24 tabloyên hevbeş ên di navbera wî û Wehbî Resûl de pêk tê. Da zanîn jî, kanvas di vê ceribandinê de tenê rûberek ji bo wênesaziyê nîne, lê qadeke kûr a felsefî ye ji bo têgihiştina hevkariyê, hevdîtina nêrînên cuda û ceribandina afirîneriya hevbeş a di navbera du hunermendan de.
Bahadîn şêwekarekî xelkê Silêmaniyê ye û li Almanyayê dijî; ew di asta navneteweyî de bi xebatên xwe yên dîtbarî, grafîk û peykersaziyê tê naskirin.
Wehbî Resûl jî nivîskar û şêwekarekî navdar ê kurd e ku di berhemên xwe de hunera nûjen û rehendên felsefî tîne cem hev.