Tuncer Bakirhan: Pirsa aştiyê tenê girêdayî Kurdan nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku nabe pirsa aştiyê bibe amûrê hevrikiya di navbera desthilat û opozîsyonê de, belku mijareke hevpar e û bo tevaya Tirkiyeyê û paşeroja demokrasiya wî welatî girîng e.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, di gotarekê de amaje bi wê yekê da ku giringiya her qanûnekê wê demê derdikeve holê ku tê bicihanîn.
Hevserokê DEM Partî eşkere jî kir ku ji bo bicihanîna wê jî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê civakê û parlamentoyê. Tekez jî kir ku divê Serokê Parlamentoyê jî di demeke zû de berpirsiyariyê bi xwe ser milê xwe û bo bicihanîna wê qanûnê pêngavan biaveje.
Tuncer Bakirhan di derheqa pêkanîna lîjneya peywendîdar di parlamentoyê de jî got: "Pêdivî bû desteya çavdêriyê di nav parlamentoyê de bê damezrandin, lê heta niha nehatiye pêkanîn. Pêdivî ye di zûtirin dem de û bi pişkdariya hemî aliyên siyasî ew deste bê damezrandin."
Di derheqa proseya aştiyê de, Bakirhan tekez kir ku nabe aştî bibe mijareka nîqaş û hevrikiyan di navbera opozîsyon û desthilatê de, ji ber ku aştî bo tevaya civaka Tirkiyeyê girîng e û peydakirina aştiya navxweyî û avêtina pêngavan ber bi demokrasiyê gelek pêdivî ne.
Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, Hevserokê DEM Partiyê got: "Ev ne pirsa pêşbirkê ye, belku mijareke hevpar û çarenivîssaz e, divê hemî alî bi berpirsiyarî tevgerê pê re bikin. Ev qanûn tenê girêdayî Kurdan nîne, belku rasterast peywendî bi aştî û demokrasiya tevaya Tirkiyeyê ve heye."