Balyozxaneya Ukraynayê nûçeya bicihkirina dronan li Herêma Kurdistanê red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Ukraynayê ya li Iraqê îro 21ê Cotmeha 2026an, bi daxuyaniyekê bersiva îdiayeke Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya ser bi Îranê da û ragihand, nûçeyên derbarê bicihkirina dronên wan li Herêma Kurdistanê bi temamî bêbingeh in.

Ajansa fermî ya Tesnîmê duh Sêşemê li ser zarê çavkaniyeke ewlehiyê ya bênav îdia kiribû ku Ukraynayê yekîneyên firokeyên bêfirokevan û bi hezaran dron li Herêma Kurdistanê bicih kirine.

Balyozxaneya Ukraynayê bi tundî ev îdiayan red kirin û diyar kir, ev angaşt ji rastiyê dûr in û bi mebesta dezenformasyon û xapandina raya giştî hatine belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Ukraynayê ti cure dron, yekîneyên dronan yan jî pispor û karmendên ser bi vî warî ve ne li Herêma Kurdistanê û ne jî li ti ciyekî din ê Iraqê bi cih nekirine."

Balyozxaneyê herwiha bal kişand ser pêgeha peywendiyên xwe û destnîşan kir ku Ukrayna rêzeke kûr li serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê digire. Li aliyê din hat tekezkirin ku Kiyêv bi peywendiyên xwe yên dostane yên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serbilind e.

Di dawiya daxuyaniyê de, Balyozxaneya Ukraynayê bang li hemû dezgehên ragihandinê kir ku di karê xwe de hûrbin û hestiyar bin, herwiha xwe ji belavkirina îdiayên bêbingeh û nepiştrastkirî biparêzin.