Niyan Ehmed: Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan aboriya Hewlêrê geş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya berdewamiya çalakiyên Pêşangeha Navdewlet’ ya Pirtûkan a Hewlêrê de hat destnîşankirin ku ev bûyer ne tenê qadeke çandî û rewşenbîrî ye, di heman demê de bûye sedema tevgereke mezin a bazirganî û vejandina aboriya paytexta Herêma Kurdistanê.

Cîgira Rêveberê Giştî yê Ragihandin, Çap û Belavkirinê Niyan Ehmed di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, pêşangeh bûye stûneke girîng a tevgereke berbiçav a aborî li Hewlêrê.

Niyan Ehmedê diyar kir ku beşdarbûna 400 dezgeh û navendên çap û weşanê bi nûnertiya zêdetirî 18 heta 20 welatên cuda, û pêşkêşkirina nêzîkî milyonek û nîv sernavên pirtûkan, rasterast bandoreke erênî li ser bazara navxweyî kiriye.

Herwiha da zanîn ku feydeya aborî tenê ji bo weşanxaneyan nemaye; ji ber hatina geştyaran û şandên derveyî welat, sektorên din ên wekî otêl, restorant, qehwexane, xetên veguhestinê, taksî û herwiha bazara keda destan geşbûneke berbiçav bi xwe ve dîtine.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Cîgira Rêveberê Giştî bal kişand ser aliyê civakî û mirovî yê pêşangehê û got: "Ev pêşangeh ji bo gelek keç û jinên xwedîkar bûye derfeteke zêrîn, daku karên xwe yên destan û berhemên navxweyî yên bi bihn û tîna kurdewarî nîşan bidin û ji bo xwe jêderekî baş ê dahatê ava bikin."

Niyan Ehmedê di dawiya nirxandina xwe de tekez kir ku ev rewş nîşana asta vebûna erênî ya civaka Kurdistanê ye li gorî dehsalên borî, ku tê de îro jin bi awayekî çalak û bandor ketine nav bazara kar û hilberînê.