Proseya Çareseriya Pirsa Kurdan li Tirkiyeyê bi lez bi rê ve diçe
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê desthilat her radigihîne ku di xwezaya xwe de diherike lê ji aliyekî ve DEM Partî ji aliyekî ve PKKe jî bang li desthilatê dikin ku gotin hene lê gavên şênber di pratîkê de nînin. Ligel ku parlamenterekî berê yê AK Partiyê jî dide zanîn ku çareserî ne hêsan e û dem lazim me, parlamenterekî DEM Partî jî daxuyaniyên şêwîrmendê serokkomarê Tirkiyeyê wek lawazkirina hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd pênase dike.
Li Tirkiyeyê derbarê proseya çareseriya Pirsa Kurdan de desthilat diyar dike ku prose di lez û xeta xwe ya asayî de birêve diçe û ji bo gavên şênber çekdanîn û fesixkirina PKKê wekî şert destnîşan dike. Rayedarên DEM Partî û aliyê PKKê jî daxwaz dikin ku Civata Ewlehiya Neteweyî (MGK) raporta xwe demildest eşkere bike, parlamento zêdetir berpirsiyariyê bigire ser xwe û statuya rêberê PKKê Abdullah Ocalan di proseyê de bi fermî bê eşkerekirin. Ev yek jî car caran di navbera aliyan de dibe sedema nîqaşan.
Parlamenterê berê yê Ak Partiyê jî dide zanîn ku ev meseleye meseleyeke nêzî 50 salî ye, bi carekê re safî nabe û bi awayekî asayî bi îradeya her du aliyan birêve diçe.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Zîver Ozdemîr di vî warî de got: “Meseleyek 50 salî ye, gelek fraksiyonên wê hene, bi dîtinekê temam me li hev kir, me ev pirsgirêk ji holê rakir, baş e te rakir lê gelek însanan ji vê mesele zirar dîtîne. Ev însan divê ew pirsgirêkên wan çareser bibin. Yanî ji her du aliyan de jî. Aştî, aştiyeke bi rûmet, yanî çiqas hem aliyê Kurdan bibêjin ku bi rûmet li aliyê Tirkiyeyê jî wisa ye.”
Daxuyaniya Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum ku got: “Ev prose ne çareserî e, proseyeke derbasbûnê ye” jî bû sedema bertekên tund. Parlamenterê DEM Partiyê jî dibêje armanca van daxuyaniyan piştî çekberdanê lawazkirina hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd e.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî got: “Ev niha li ser stratejiya duyemîn disekinin, ji niha ve li ser destûra sivîl disekinin. Dawiya çekberdanê ew girseya bi milyonan ya gelê me gihiştiye hişmendiya neteweyî em dê gelo çawa wê gav bi gav qels bikin. Ji bo wê ji siyaseta Kurd re bi eşkere dibêjin kul i ser meseleya Kurd, meseleya etnik wek nasname çalak nebin. Banga me ji bo dewletê ye, eger hûn meseleya Kurd ku hûn dibêjin; çek hate berdan, lazim e her tişt azad be, demokrasî, gerek her tişt federasyon, xweserî statû di nav de heta serxwebÛn jî din av de bi rêya aştî û demokratîk madem çek hate berdan her tişt divê bê nîqaşkirin.”
Alîkarê Serokê Giştî ê MHP'ê Feti Yıldız jî diyar kir ku di ser banga Bahçeli re du sal derbas bûne û xebatên aşitî û biratiyê wekî “Modela Devlet Bahçeli” pênase kir. Wî tekez kir ku ev prose ne tenê ewlehî ye; polîtîkayeke berfireh a dewletê ye ku hiqûq, demokrasi, piştevaniya civakî û geşepêdana aborî digire nav xwe.