Endezyarên petrolê yên Kurdistanê xelateke navdewletî werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxa Kurdistanê ya Komeleya Navdewletî ya Endezyarên Petrolê (SPE) serkeftineke mezin li ser asta cîhanî tomar kir û Xelata Serokatiyê ya SPEyê ya sala 2026an wergirt. Xelat li bajarê Houstonê yê Amerîkayê, di çarçoveya Konferans û Pêşangeha Teknîkî ya Salane ya rêxistinê (ATCE) de hat pêşkêşkirin.
Îsal li seranserê cîhanê tenê şeş şaxên Komeleya Endezyarên Petrolê hêjayî wergirtina vê xelata bilind hatin dîtin. Şaxa Herêma Kurdistanê li ser asta hemû Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (MENA) bû tekane nûner û şax ku ev xelat bi dest xist; ev destkeftî pêgeha pispor û endezyarên petrolê yên Kurdistanê di navendên navdewletî yên zanistî û pîşeyî de bilindtir dike.
Kongreya navborî di navbera 21 û 23yê Cotmehê de li Houstonê bi rê ve çû, ku tê de bi hezaran rêberên sektora enerjiyê, endezyar, rêvebirên cîbicîkar û lêkolînerên petrol û gazê yên ji seranserê cîhanê amade bûn. Di merasîmê de şanda Şaxa Kurdistanê ya rêxistinê, ku ji Serokê SPEyê yê Şaxa Kurdistanê Rabûn Dizeyî, Berpirsê Endamtiyê yê rêxistinê Seîd Mesîfî û Serokê SPEyê yê Şaxa Londonê Şiwan Dizeyî pêk dihat, xelat wergirt.
Rêxistina Navdewletî ya SPEyê pêzanîn û destxweşiya xwe pêşkêşî Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên navneteweyî yên li herêmê çalak in kir; ji ber piştgirî û hevkariya wan a berdewam di warê pêşxistina sektora petrol û gazê û bihêzkirina şiyanên zanistî û endezyariyê yên kadroyên navxweyî de.
Bidestxistina vê xelata navdewletî wekî pêşketineke girîng ji bo sektora enerjiya Herêma Kurdistanê tê dîtin û tekez dike ku pisporên petrolê yên Kurdistanê di pevguhertina zanistê û pêşxistina teknîkî ya pîşesaziya petrolê ya cîhanî de xwedî pêgeheke berbiçav û pejirandî ne.