Şanda Herêma Kurdistanê ji bo budçeya 2027an bi Wezîrê Darayî yê Iraqê re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ligel Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî û tîma teknîkî ya wezaretê dicive; armanca civînê ew e ku di çarçoveya gera dawî ya danûstandinan de guhertinên di pêşnûmeya qanûna budceya sala 2027an de û para Herêma Kurdistanê yekalî bikin.
Peyamnerê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê şeva borî gihîştiye Bexdayê û biryar e îro 24ê Cotmehê li baregeha Wezareta Darayî ya Federal ligel Wezîr Falih Sarî û tîma teknîkî bicive.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, tê pêşbînîkirin ku civîna îro gera dawî ya hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê be ligel Wezareta Darayî ya Iraqê, da ku nêrîna dawî ya wezaretê li ser para Herêmê di budceya 2027an de werbigirin. Eger guhertin di projeyasayê de di berjewendiya Herêma Kurdistanê de bên kirin, projeyasa dê di Encûmena Wezîran de were pesendkirin û ji bo Parlamentoyê were şandin; lê eger projeyasa wekî niha bimîne û rêkeftin çênebe, dê kêşe û astengiyên mezin derkevin.
Di heman demê de hat diyarkirin, fraksiyonên kurdî yên li Parlamentoya Iraqê ji niha ve ragihandine ku ew deng nadin vê projeyasayê, ji ber ku ew vê projeyasayê neheqî dibînin û tekez dikin ku mafê xelkê Herêma Kurdistanê di budceya 2027an de hatiye binpêkirin.
Di projeyasaya budceyê de para Herêma Kurdistanê ji %14.67 bo %12.67 hatiye kêmkirin û di hinek xal û bendên din de para Herêmê hê kêmtir ji vê rêjeyê hatiye danîn; loma jî ev mijar dê bi hûrgilî ligel Falih Sarî bên gotûbêjkirin.
Tevî ku projeyasa ji bo Encûmena Aborî hatibû şandin, lê heta niha nehatiye ber destê Encûmena Wezîran. Li gorî bernameya diyarkirî, diviyabû di 15ê mehê de proje ji Encûmena Aborî bo Encûmena Wezîran bihata şandin, lê ji dema xwe dereng maye. Biryar e heta dawiya vê hefteyê projeyasaya budceyê bigihîje Encûmena Wezîran da ku di civîna asayî ya hefteya bê de deng li ser bê dayîn û piştre bişînin Parlamentoyê.
Derbarê damezrandina fermî ya karmend û mamosteyên bi girêbest, derçûyên beşên bijîşkî û herwiha hevtakirina mûçeyên malbatên şehîdan û Pêşmergeyan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya daxwazên xwe û budceya pêwîst radestî Wezareta Darayî ya Iraqê kiriye, da ku di nava qanûna budceyê de cih bigirin.
Herwiha Wezareta Darayî ya Iraqê bi devkî Herêma Kurdistan agahdar kiriye ku dê di damezrandina fermî de para Herêmê hebe; ji ber ku Hikûmeta Iraqê dê 497 hezar karmendên bi girêbest bike fermî û ji vê hejmarê, dê para Herêma Kurdistanê 63 hezar karmend be.