Serok Barzanî peyameke hevxemiyê arasteyî Şahê Urdinê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser dêreke li parêzgeha Kerekê ya Urdinê şermezar kir û sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî Şahê Urdinê, gel û hikûmeta wî welatî kir.

Baregeha Barzanî îro 24ê Cotmeha 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand, Serok Mesûd Barzanî duh înê, 23ê Cotmehê, bi nameyeke hevxemiyê ji bo Padişahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem, bi tundî ew êrîşa terorîstî ya li ser dêreke li parêzgeha Kerekê ya Urdinê şermezar kiriye.

Serok Barzanî di peyama xwe de, hevxemî û sersaxiya xwe ya kûr gihand Şah, gelê Urdinê û tevahiya kesûkar û malbatên qurbaniyên vê karesata terorîstî.

Di dema birêveçûna merasîmeke sersaxiyê de, duh li dêra mesîhiyên Ortodoks ên Yewnanî li gundê Hemûd ê ser bi parêzgeha Kerekê ya li başûrê Urdinê, çend çekdarên nenas gule li amadebûyan reşandin.

Li gorî zanyariyên fermî yên herî dawî, di encama vê êrîşê de 8 kesan canê xwe ji dest daye û derdora 40 kesên din jî birîndar bûne.

Piştî rûdanê, hêzên ewlehiyê yên Urdinê gihîştin cihê bûyerê û lêkolînên berfireh dan destpêkirin. Şahê Urdinê jî serdana birîndaran kir û ragihand ku ew ê bi tundtirîn awayî rûbirûyê encamderên vê êrîşê bibin.

Rayedarên Urdinê ev bûyer wekî êrîşeke "terorîstî" bi nav kirin. Herwiha Siûdiye, Misir, Iraq û hejmareke zêde ji welatên erebî û yên cîhanê êrîş bi tundî şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo gelê Urdinê nîşan dan.