Xelata Çaremîn a "Cemîl Horo û Bavê Selah" ji bo hunermend Bilind Îbrahîm hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend û mûzîkjenê navdar ê kurd Bilind Îbrahîm, di çaremîn gera Xelata "Cemîl Horo û Bavê Selah" de wekî xwediyê xelata îsal hat ragihandin. 

Merasîm roja 22ê Cotmehê li hola "Komela Aso" ya bajarê Herne yê Almanyayê bi amadebûna hejmareke berbiçav ji rewşenbîr, nivîskar û Kurdistaniyên her çar perçeyên Kurdistanê birêve çû. Xelata îsal jî bi destê nivîskar û lêkolîner Heyder Omer, bo hunermend Bilind hat pêşkêşkirin.

Komîteya amadekar da zanîn, ev xelat wekî spasî û pêzanînekê ji bo keda hunerî ya demdirêj, hebûna wî ya çandî û mirovî, û bi taybetî ji ber serdana wî ya bo herêma Şehbayê û hevdîtina wî ligel awareyên Efrînê û parvekirina êş û azarên wan bi rêya stranan, pêşkêşî Bilind Îbrahîm hatiye kirin.

Dîroka xelatê û giringiya wê

Xelata "Cemîl Horo û Bavê Selah" di Mijdara sala 2018an de ji bo bîranîna her du dengbêj û hunermendên nemir ên herêma Efrînê hat damezirandin. Li gorî komîteya çavdêr, ev xelat salane ji bo wan kesayet û hunermendan tê terxankirin ku xizmeteke mezin ji pêşxistin û parastina muzîk û mîrata çanda kurdî re kirine.

Yekemîn xelata vê festîvalê di sala 2018an de pêşkêşî hunermendê navdar Nizamettin Arîç hatibû kirin. Di salên piştre jî, pêşkêşî hunermendên wek Dilşad Seîd û Gulistan Perwer hatibû kirin.

Ev xelat tenê naskirinek ji bo hunermendekî hevdem nîne, belkî pireke zindî ye di navbera mîrata klasîk a dengbêjiya kurdî û nifşên nû yên muzîka nûjen de.

 Bîranîna du dengbêjên Efrînê: Cemîl Horo û Bavê Selah

- Cemîl Horo (1934 – 1989): Yek ji stûnên sereke yên dengbêjiya herêma Efrînê ye ku bi dengê xwe yê çiyayî tê naskirin. Horo li gundê Sarincikê ji dayik bûye; di salên şêstî de yekemîn tomarên xwe yên kilamên wekî Memê Alan, Feteh Beg, Ûsib Şer û Xana Dinê tomar kirin û roleke dîrokî di belavkirina strana kurdî de lîst.

- Bavê Selah / Ebdulrehman Omer (1952 – 2016): Ji gundê Gorda yê navçeya Cindirêsê ye. Ew ne tenê stranbêj û sazbendek bû, belkî wekî arşîvkarekî zindî yê dîroka devkî ya kurdî dihat naskirin. Bavê Selah ji sala 1984an ve di nava koma Armanç de xebitî û destanên wekî Mem û Zîn, Derwêşê Evdî û Siyabend û Xecê ji nû ve zindî kirin.
 

Kurtejiyana xelatgir Bilind Îbrahîm

Bilind Îbrahîm lî di 31ê Kanûna 1977an de li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1984an de dest bi fêrbûna tembûrê kiriye û piştre di sala 1989an de fêrî lêdana kemanê bûye.

Di navbera salên 1992 û 1997an de li Peymangeha Hunerên Ciwan a Dihokê di beşa kemanê de xwendina xwe ya akademîk bi dawî kiriye. Ji sala 1998an heta 2008an li heman peymangehê wekî mamosteyê kemanê xizmet kiriye û dehan xwendekar perwerde kirine. Bilind Îbrahîm di warê strandin, jenîn û awazdanînê de xwedî şêwazeke taybet e û bi dehan stran û klîbên wî di nava dilê miletê kurd de li seranserê cîhanê cihekî mezin girtine.