Elî Teter: Hêvîdar im Kurdistan24 di xizmetkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê de berdewam be
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Elî Teter di peyameke pîrozbahiyê de, bi helkefta salvegera destpêkirina weşana Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê, tekezî li ser rola wê ya niştimanî kir û ragihand ku kanalê di hemû qonaxan de bi berpirsiyariyeke mezin serederî ligel pirsên hestiyar kiriye.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter ligel pêşkêşkirina gerimtirîn pîrozbahiyên xwe bo rêveberê giştî, karmend û tevahiya temaşevanên kanala Kurdistan24ê, ragihand: "Di hemû qonaxan de Kurdistan24ê bi berpirsiyariyeke herî bilind serederî ligel pirsên hestiyar kiriye û di nava lehiya rûdanan de bûye menber û sekoyeke xurt bo parastina nasname û nirxên bilind ên neteweya Kurd."
Li gorî dîtina Parêzgarê Dihokê, bawerî û rastgoyî serwerî û sermayeya sereke ya her medyayeke pîşeyî ye. Di vê derbarê de Elî Teter got: "Vê kanalê heta niha bi awayekî berpirsiyarane karê xwe yê medyayî di romalkirina bûyeran de pêk aniye. Em hêvîdar in li ser vê rêbaza xwe ya ku hesta berpirsiyariya neteweyî, niştimanî, perwerdeyî û li ber çavgirtina nirxên civakî ye berdewam be. Em jî van pîvanên Kurdistan24ê gelekî bilind dinirxînin."
Parêzgarê Dihokê herwiha got: "Hêvîdar im ku kanala Kurdistan24ê her tim li ser rêbaza rastbêjî û baweriya cemawerî bimîne, da ku wek her car bibe çavkaniya wergirtina zanyarî û nûçeyên dirust ji bo welatiyan."
Di dawiya peyama xwe de, Dr. Elî Teter tekez kir ku pêwîst e Kurdistan24 li ser heman prensîp û rêbaza bingehîn a ku li ser hatiye damezrandin bimîne, di xizmetkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê de berdewam be û bibe dengê rastîn ê civakê.