Mesrûr Barzanî: Kurdistan24ê destanên serkeftin û qehremaniya Pêşmerge gihand cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31ê Cotmeha 2026an, bi helkefta 11emîn salvegera destpêkirina weşana Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Rêveberê Giştî, Desteya Rêveberiyê û tevahiya karmendên kanalê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Kurdistan24 wek dezgeheke ragihandinê ya niştimanî û Kurdistanî, destanên serkeftin û lehengtiya Pêşmerge digihand cîhanê û li eniyên şerê rûbirûbûna terorîstan de, çavkaniyeke sereke ya medyaya cîhanî bû."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: "Hêviya serkeftin û pêşveçûneke zêdetir bo Kurdistan24ê dixwazim, ku bi awayekî pîşeyî û niştimanî, peyama xwe ya ragihandinê di hişyarkirina civakê, parastina mafên xelkê Kurdistanê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de bicih tîne."

Deqa peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî: 

Birêzan; Rêveberê Giştî, Desteya Rêveberiyê û tevahiya karmendên kanala Kurdistan24ê,

Bi helkefta yazdehemîn salvegera destpêkirina weşana kanala Kurdistan24ê, gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêviya pêşketina berdewam bo we dixwazim.

Kanala Kurdistan24ê di demekê de dest bi weşana xwe kir ku Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê bi rêberiya Cenabê Serok Barzanî, di şerekî dijwar de bûn li hember terorîstên DAIŞê û di encamê de êrîş û êrişkariyên wan terorîstan têk şikandin. (Kurdistan24) jî wek dezgeheke ragihandinê ya niştimanî û Kurdistanî, destanên serkeftin û qehremaniya Pêşmerge digihand cîhanê û li eniyên şerê rûbirûbûna terorîstan de, çavkaniyeke sereke ya medyaya cîhanî bû.

Hêviya serkeftin û pêşveçûneke zêdetir bo Kurdistan24ê dixwazim, ku bi awayekî pîşeyî û niştimanî, peyama xwe ya ragihandinê di hişyarkirina civakê, parastina mafên gelê Kurdistanê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de bicih tîne.

Yazdehemîn salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê pîroz be û her tim di pêşketina berdewam de bin.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
31/10/2026