Ano Cewher: Kurdistan24ê hemû pêkhate di karên xwe de berceste kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhestin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê weşand û pîşeyîbûna vê dezgehê û rola wê ya di hembêzkirina hemû pêkhateyan de bilind nirxand.

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Mesîhî û Wezîrê Veguhestin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher, îro  31ê Cotmeha 2026an di peyamekê de bi boneya 11 saliya destpêkirina weşana Kurdistan24ê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveberî û tevahiya tîm û karmendên vê dezgehê kir.

Ano Cewher di peyama xwe de da zanîn, Dezgeha Kurdistan24ê di tevahiya qonax û xebatên xwe de hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê di karên xwe de berceste kirine û bûye rengvedana rasteqîne ya pêkvejiyanê.

Wezîrê Veguhestin û Gehandinê her wiha bal kişand ser giraniya pîşeyî ya kanalê û ragihand: "Kurdistan24 dezgeheke wiha ye ku ne tîna 'layk' û 'kumentan' e û ji reftarên populîstî û heweskarî dûr e. Pîşeyîbûna rojnamevanî, baweriya niştimanî û jêhatiya karmend û rêveberiya wê, cihê şanaziya me hemûyan e."

Di dawiya peyama xwe de, Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Mesîhî hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo Kurdistan24ê xwest, nemaze di warê pêşketinên hunerî û teknîkî de.

Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê di 31ê Cotmeha 2015an de li Hewlêra paytext hate damezrandin ku ji kanala televîzyonê, radyo û malpereke nûjen a dîjîtal pêk tê. Kanal bi kurdî û pênc zimanên zindî yên cîhanê nûçe û bultenên xwe diweşîne bi armanca ku dengê rastiyê û doza rewa ya Kurdistanê bigihîne qada navdewletî.

Kurdistan24 di dirêjahiya 11 salên borî de, hewl daye bibe sîwanek ji bo nîşandana avedanî, aştî û hêviya gelê Kurdistanê. Di gava pêavêtina bo sala 12emîn a temenê xwe de jî, dezgeh bi rêya veberhênana zêdetir di platformên dîjîtal û şiyanên rojnamevanên ciwan de pêngavên xwe ber bi pêşerojê ve zexmtir dike.