Mekteba Rêxistinê ya PDKê: Kurdistan24ê modelekî pêşketî di medyaya kurdî de pêşkêş kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Mekteba Rêxistina Parêzgeha Kerkûk û Germiyan - Xaneqîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê weşand û pesnê rola vê kanalê ya di gihandina dengê xelkê navçeyên Kurdistanî de da.
Mekteba Rêxistina Kerkûk û Germiyan - Xaneqîn a PDKê îro 31ê Cotmeha 2026an, di peyama xwe de ragihand: "Bi helkefta derbasbûna 11 salan li ser damezrandina kanala we ya niştimanî û pêşeng, em li ser navê Mekteba Rêxistina Parêzgeha Kerkûk û Germiyan - Xaneqîn a PDKê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveber, hemû medyakar, teknîsyen û xebatkarên we yên kedkar dikin."
Di peyamê de hate diyarkirin ku kanala asmanî ya Kurdistan24ê di dirêjahiya salên xebata xwe de karîbûye modelekî nû û pêşketî di medyaya kurdî de pêşkêş bike: "Kurdistan24ê bi awayekî niştimanperwerane û li gorî çand û kultûra kurdewarî cihê xwe di dilê bîneran de vekiriye."
Mekteba Rêxistina PDKê herwiha bal kişand ser giringiya xebata kanalê ya li deverên Kerkûk, Germiyan û Xaneqînê û got: "Rêz û pêzanîneke me ya zêde heye ji bo wê rola diyar û bibandor ku kanala we li navçeyên Kerkûk, Germiyan û Xaneqînê lîstiye di rûmalkirina bûyeran, gihandina dengê hevwelatiyan û giringîpêdana bi nasname û dîroka van deveran bi awayekî pîşeyî û niştimanî."
Di dawiya peyamê de, hêviya pêşketin û serkeftina zêdetir ji bo tîma Kurdistan24ê di sala nû ya kar de hate xwestin, bi wê hêviyê ku her tim wek sekoyeke resen û karîger ji bo gihandina rastiyan û xizmetkirina bo doza rewa ya gelê Kurdistanê bimîne.
Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê, 11 sal berê û hevdem ligel rûbirûbûna li hember terorîstên DAIŞê kete qada medyayê. Kanal bi zimanê kurdî û pênc zimanên zindî yên cîhanê bûye sekoyeke niştimanî ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina çanda pêkvejiyanê.
Di gava avêtina bo nav 12emîn sala temenê xwe de, dezgeh li ser pîvanên neguher ên wekî pêşxistina rastiyê li ser lezgîniyê, parastina rûmeta mirov û taybetmendiya malbatê, bexşîna hêviyê û her wiha hişyariya li hember zîrekiya destkird (AI) tekez dike; di heman demê de gavan ber bi qonaxeke nû ya pêşxistina dîjîtal û hêzkirina şiyanên rojnamevanên ciwan diavêje.