Hatimogullari: Divê vederkirina li Îmraliyê bê rakirin û Ocalan bê azadkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê tekez li ser hebûna Pirsa Kurdan li Tirkiyeyê kir û ragihand ku ew alîgirên aştiyeka rûmetdar in, lewma daxwaz kir ku yekser vederkirina li ser Îmraliyê bê rakirin, Abdullah Ocalan bê azadkirin û qanûna çarçoveya proseya aştiyê jî bê bicihanîn.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, di gotara xwe de li beranberî fraksiyona partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser pirsa destpêkirina proseya aştiyê û pirsa Kurdan li Tirkiyeyê û got: "Ez ji wan re dibêjim ên ku dibêjin pirsa Kurdan nîne, em bi cidî tekez dikin ku li vî welatî û deverê pirsa Kurdan heye. Em wekî DEM Partî alîgirên aştiyeka rûmetdar in li ser bingeheka demokratîk. Ji bo vê yekê yekê jî, divê tavilê vederkirina li ser Îmraliyê bê rakirin û Ocalan bê azadkirin."
Hevseroka DEM Partiyê di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku dosyaya kempeyna Kobaniyê hîn jî wekî dadgehiyekê dimîne, ku tê de dadperwerî ji bo merema siyasî hatiye rehîne kirin, û daxwaz kir ku bêyî windakirina demê dest bi bicihanîna qanûna çarçoveya proseya aştiyê bê kirin.
Hatimogullari di gotara xwe de amaje bi wê yekê jî da ku di 4ê Mijdara 2016ê de girtin û derbeya siyasî li dijî siyasetmedaran dest pê kiriye û tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo azadkirina kesatiyên wekî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, hîn jî hejmarek ji hevalên wan di girtîgehê de wekî rehîneyên siyasî hatine binçavkirin. Navbirî rexne li berdewamiya qeyranên siyasî û danîna qeyûman li ser şaredariyan girt û behsa wê yekê kir ku ew ji bo piştgiriyê serdana dosyayên wan li dadgehan dikin.
Di derheqa proseya aştiyê û qanûna çarçoveyê de, Hatimogullari tekez li ser wê yekê kir ku bi milyonan welatî pirsyaran li ser dema bicihanîna wê qanûnê û awayê vegerê û dabînkirina garantiyan dikin, herwesa got: "Ev pirs erk û berpirsiyariya desthilatê ne. Divê bê derengman dest bi qanûna çarçoveyê bê kirin û tu hêzek nikare pêşiyê li hatina aştiyê bo vê axê bigire."
Di civîna DEM Partiyê de jî, Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên cuda cuda ji bo destpêkirina "Nobeta Aştiyê" serdana Enqereyê kiribû, amade bûn û Hatimogullari tevî pêşwazîkirina wan ragihand ku serdana girtiyên siyasî wekî Selahattin Demirtaş li Edîrneyê û Figen Yuksekdag li Kandirayê dikin û têkoşîn heta azadbûna dawî girtiyê siyasî dê berdewam be.