Zeydî bo şanda PDKê: Em pabendî dabînkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê li Bexdayê pêşwaziya serok û endamên fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê kir; di wê civînê de peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û projeqanûna budceya 2027ê hatin nîqaşkirin, Zeydî tekez jî kir ku hikûmeta wî dixwaze mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê mîna yên parêzgehên din ên Îraqê dabîn bike.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê belav kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya şandeke parlamenterên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê bi serokatiya Şaxewan Ebdula kir.
Li gorî wê ragihandinê di wê hevdîtinê de, çend pirsên girîng ên girêdayî kerta xizmetkarî, peywendiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, tevî bendên projeqanûna budceya giştî ya federal bo sala 2027ê hatin nîqaşkirin.
Nivîsgeha amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser bizavên hikûmetê di çend mehên borî de bo tunekirina qeyranan di nava rewşeka aloz a aborî û navdewletî de, herwisa tekez li ser berdewamkirina kempeyna rûbirûbûna gendeliyê, zêdekirina dahata negirêdayî petrolê û bicihanîna plana bilindkirina berhemanîna petrolê jî kir.
Her di wê ragihandinê de hatiye ku Zeydî daxwaz ji parlamenteran kir ku rola xwe ya danana qanûnan û çavdêriyê di pejirandina qanûna bingehîn de bilîzin û got: "Hikûmet li ser garentîkirin û dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi temamî cidî ye, wekî hempayên wan li tevaya wezaret û parêzgehên din ên Îraqê, tevî karkirina ji bo danana nasnameyeka rohn a aborî li ser bingeha pêşxistineka pêşkeftî."
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê herwisa ragihandiye ku Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula piştgiriya fraksiyona xwe bo siyasetê û pêngavên çaksaziyê yên hikûmetê di warên cuda cuda de tekez kir.
Serokê Fraksiyona PDKê amaje bi cidîbûna Herêma Kurdistanê bo pabendbûn bi destûr û qanûnan kir, bi rengekî ku dadperweriya civakî bo hemiyan misoger bike; herwisa helwest û bizavên Serokwezîrê Îraqê pêxemetî parastin û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî bilind nirxandin.
Herwisa piştî wê civînê, Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê di ragihandinekê de ragihand ku piştî civîneke dûr û dirêj ligel Elî Zeydî, di warê pirsgirêka elektrîkê de li Kerkûkê, Serokwezîrê Îraqê razîbûna xwe nîşan li ser zêdekirina 150 megawatên elektrîkê bo wî bajarî diyar kir.
Serokê Fraksiyona PDKê rohn jî kir ku bi wê biryarê pişka elektrîka Kerkûkê digehe nêzîkî 800 megawatan. Herwisa razîbûn li ser zêdekirina nêzîkî pênc mîlyon lîtreyên gazê bo jeneratorên taybet ên wî bajarî jî hat dan.