Fîlmekî kurdî li Mûsilê du xelatên giring wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlmê "Pencere" ku ji senaryo û derhênana derhênerê ciwan Ejî Ebdullah e, di Festîvala "Mosul Super Star"ê de du xelatên sereke; xelata lîstikvana herî baş û xelata derhênerê ciwan ê herî baş bi dest xistin.
Derhêner Ejî Ebdullah Îro 1ê Mijdara 2026an ji Kurdistan24ê got: "Ez gelekî kêfxweş im ku kurtefîlmê 'Pencere' di festîvaleke li ser asta seranserî Iraqê de du xelatên biqîmet wergirtin. Di vê çalakiyê de 13 xelat li fîlmên beşdar hatin belavkirin; ji wan xelata lîstikvana herî baş ji bo Bêrîvan Serbest hat dayîn ku rola sereke di fîlm de lîstibû, xelata derhênerê ciwan ê herî baş jî ji min re hat bexşîn."
Derhêner bal kişand ser giringiya vê çalakiyê û diyar kir ku Festîvala "Mosul Super Star" derfeteke guncav e ji bo nîşandana berhemên nû û naskirina şiyanên hunermendên ciwan li ser asta Iraqê. Ebdullah tekez kir ku beşdarbûna di van çalakiyan de, bi taybetî bo wan hunermendên ku li derveyî navendên mezin ên hunerî dixebitin, derfetek e da ku berhemên wan bigihêjin bîner û pisporên sînemayê.
Ejî Ebdullah da zanîn ku wî beriya niha jî di Festîvala Besrayê de bi kurtefîlmê "Mala Tebasîrê" ku tenê 47 çirke bû, xelata ramana herî baş û senaryoyê wergirtibû.
Di dawiya axaftina xwe de, Ejî Ebdullah amaje bi rola hunerê kir û destnîşan kir ku sînema tenê amûreke deborandina wextê nîne, belkî zimanekî cîhanî ye bo nasandina nasname, çand, êşên mirovî û gihandina peyama aştî û mirovdostiyê.