Li Pîranşarê pêşangeha şêwekarî ya “Ji Rihan heta Çîrokê” hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya çalakiyên hunerî de li Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeheke şêwekarî bi navnîşana "Ji Rihan heta Çîrokê" li bajarê Pîranşarê hat vekirin. Ev pêşangeh berhema du salan a xebat û westiyana 15 hunermendên jêhatî ye, ku tê de xwezaya Kurdistanê bi awayê reng û ron nexşandiye. Ev çend roj in ku ev pêşangeh hatiye vekirin û heta dawiya vê hefteyê jî dê berdewam be.

Ji Rihan heta Çîrokê pêşangeheke şêwekarî ye û hatiye vekirin û xwezaya darên Kurdistanê nîşan dide. Li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê fêrgeha ''Spîdar''ê pêşangeheke şêwekarî bi awayê ''Reng û Ron'' vekir. Ev pêşangeh ji 30 tabloyan pêk tê, ku berhemên destê 15 hunermendên bi şiyan ên deverê ne, û balê dikişînin ser xweşikî û awayê darên Kurdistanê.

Îhsan Ebdulahî yê hunerdost di vî warî de dibêje: “Mijareke pir balkêş e, herwekî çawa her darekê di xwezayê de çîrokeke xwe ya taybet heye, li vê derê jî ew çîrok di çarçoveya tabloyê de hatine nexşandin û nîşandan.”

Zeyneb Xelîlî ya hunermend û rahêner jî ragihand: “Ev kar ji mekteba hunermend Reha Muhsinî Kirmaşanî hatine wergirtin. Mijara sereke ya tabloyan ku "dar" e, ji ber wê yekê me hilbijartiye ku welatê me di warê xweza û jîngehê de pir dewlemend e.”

Tabloyên vê pêşangehê berhema zêdetir ji du salan a xebat û westiyana fêrxwazan e, ku di bin serpereştî û rahênana mamoste û şêwekar ''Nasir Danişwer'' de hatine perwerdekirin, jinên hunermend pêşniyar dikin ku jinên din jî bo aramiya derûniya xwe berê xwe bidin vî karê hunerî. 

Arezû Elyasî ya Hunermend jî amaje da: “Ez pêşniyarê ji wan jinan re dikim ên ku heta bi qasî libeka tozê jî heza karê hunerî heye, berê xwe bidin vî warî, ji ber ku bo mijûlbûnê karekî pir bifeyde ye û aramiyeka mezin bi can û derûniya mirov dide.”

Zanyar Efşaryan ê hunermend jî ragihand: “Tiştê ku vê pêşangehê ji pêşangehên din cuda dike karkirina li ser jîngehê ye û bi taybetî jî terxankirina tevaya berheman bo mijara diyarkirî ya "dar"ê ye.”

Tabloyên vê pêşangehê xwezaya deverên Pîranşar û Mukriyanê dixin ber çavê bîneran, armanc ji hilbijartina vê tewere jî çêkirina peywendiyeke rasterast û hestpêkirî di navbera bîner û tabloyan de ye.