Harry Kane xelata Ballon d'Or a 2026an wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Merasîma dabeşkirina xelatên giranbiha yên goga pê ya cîhanê “Ballon d'Or” (Goga Zêrîn) li paytexta Brîtanyayê Londonê bidawî bû. Êrîşberê tîma Bayern Munichê Harry Kane bû baştirîn lîstikvanê cîhanê û bû yekem lîstikvanê Îngilîz ê ku piştî 25 salan vê xelatê bidest dixe.

Harry Kane di sala 2026an de bi performansek berbiçav rekora golan tomar kir; stêrkê Îngilîzî bi tîma xwe re 4 nasnav bidest xistin û di 65 lîstikan de kariye 78 golan tomar bike û 8 pasên golê (asîst) bide. Bi vî awayî, Kane bo cara yekem di kariyera xwe ya werzişî de xelata Ballon d'Or wergirt.

Di rêzbendiya baştirînên cîhanê de, êrîşberê frensî Kylian Mbappe di rêza duyem de cih girt û lîstikvanê ciwan ê spanî Lamine Yamal jî bû sêyemîn. Her wiha lîstikvanê spanî Rodri bû çaremîn û efsaneyê fûtbolê Lionel Messi di rêza pêncemîn de cih girt.

Tevî serkeftina Kane, lîstikvan û rahênerên spanî kontrola piraniya xelatên merasîmê kirin.

 Lîsteya tevahiya xelatgirên Ballon d'Or 2026an:
- Baştirîn Lîstikvanê Cîhanê (Ballon d'Or): Harry Kane (Bayern Munich / Îngilîstan)
- Baştirîn Lîstikvana Jin a Cîhanê: Alexia Putellas (Barcelona / Spanya)
- Baştirîn Rahênerê Salê: Luis de la Fuente (Spanya)
- Xelata Kopa (Baştirîn lîstikvanê ciwan): Lamine Yamal (Barcelona / Spanya)
- Xelata Yaşîn (Baştirîn golparêzê cîhanê): Unai Simon (Athletic Bilbao / Spanya)
- Xelata Socrates (Bo karên mirovî û lîstika paqij): Bukayo Saka (Arsenal / Birîtanya)
- Baştirîn Yaneya Salê (Mêran): Paris Saint-Germain (Fransa)
- Baştirîn Yaneya Salê (Jinan): Barcelona Femeni (Spanya)