Gera 16ê ya Pêşangeha Berhemên Destî yên Îranê li Kirmanşanê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Gera 16ê ya Pêşangeha Seranserî ya Berhemên Destî û Hunerên Edetî bi tevlîbûna 250 hunermend û pîşekaran ji 31 parêzgehên Îranê li bajarê Kirmanşanê hat vekirin û dê pênc rojan berdewam be.
Ev cara 16ê ye ku bajarê Kirmanşanê navenda birêveçûna pêşangeha seranserî ya berhemên destî û hunerên edetî yên Îranê ye. Ev pêşangeh bi tevlîbûna 250 hunermend û pîşekaran ji 31 parêzgehên Îranê li hola herdemî ya pêşangeha navdewletî ya Kirmanşanê di nav parka Şahîdê ya vî bajarî de hatiye vekirin û dê pênc rojan berdewam be.
Ev pêşangeh ji dused odeyan pêk hatiye. Hemî berhemên ku di vê pêşangehê de hatine nîşandan, her ji qumaş û kincan heta mafûr û berikan û berhemên şûşeyî û dar û sifir, berhemên destî ne û bi destê hostayan hatine berhemanîn. Hin ji hostayan her di pêşangehê de awayê çêkirina berhemên xwe bi awayekî rasterast nîşanî serdankeran didin.
Hunermend û berhemînerên Kurd ji parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmanşan, Îlam û Loristanê tevî vê pêşangehê bûne û bi taybetî jî jinan tevlîbûneka çalak hebûye. Ji ber rewşa xirab a aborî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pêşwazîkirina pêşangehê di asta çaverêkirî de nebûye.
Ev pêşangeh her sal ji bo nîşandana şiyan û hunerên edetî yên deverên cuda cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tê vekirin. Tevlîbûna berçav a hunermendên Kurd û bi taybetî jinan rola wan di parastina mîratê çandî de nîşan dide; lê aloziyên aborî yên vê dawiyê yên li Îranê bandoreke rasterast li ser asta kirîn û pêşwazîkirina serdankeran kiriye.