Li Kerkûkê droneke bombekirî hat teqandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ya Îraqê dîmenê teqandina droneke bombekirî belav kir û ragihand ku di operasyoneke taybet de, li gorî bingeha zanyarên hewalgirî û şopandina berfireh a meydanî, hêzên wê dezgehê droneke bombekirî li Kerkûkê dîtiye û bi awayekî kontrolkirî li dûrî cihên xwecihbûnê teqandiye.
Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ya Îraqê îro Înê, 6ê Mijdara 2026ê, di rûpela xwe ya fermî de li ser tora civakî ya Xê dîmenê wê belav kir û nivîsand: “Piştî hevahengiya ligel tîmên endezyariyê yên artêşa Îraqê, ew dron û bombe her li cihê dîtina wan bi awayekî kontrolkirî hatine teqandin û jinavbirin.”
Dezgeha navbirî tekez jî kir ku baldarî û hişyariya hêzên wan bo rûbirûbûna her gef û metirsiyekê li ser ewlehiya welatê wan dê berdewam be; daxwaz ji welatiyan jî kiriye ku di dema dîtina her tiştekî xerîb û gumanbar de, bêyî ku dest bikinê, tîmên Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî yan hêzên din ên fermî yên ewlehiyê haydar bikin.
Herçend e Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ya Îraqê amaje dabû ku çavkaniya wan dron û bombeyan nehatiye zanîn, lê ti zanyar li ser cûnê wê dronê aşkere nekirine. Ev jî di demekê de ye ku pêştir li aliyê Kerkûkê gelek caran ji aliyê komên milîsan ve bi dronên bombekirî êrîşî çend cihan li navenda bajarê Hewlêrê û Konsulxaneya Amerîkayê hatibû kirin.
Ji bilî vê yekê jî, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî li dawiya meha Îlona îsal ji Îraq û Herêma Kurdistanê, şaneyên razayî yên DAÎŞê li aliyê Kerkûk û Germiyanê dest bi tevgerê kir.