Li Tehranê xwaringeha "Şehram" bûye wargeha çand û xwarinên kevneşopî yên kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbateke kurd li devera Dereke, li bakurê bajarê Tehranê yê paytexta Îranê xwaringehek vekiriye ku xwarinên herêmî yên Kurdistanê pêşkêş dike û ew der kiriye navendeke germa çandî bo kurdên li paytextê û hezkiriyên çanda kurdî.

Xwaringeh bi navê "Şehram" ji aliyê malbateke kurd ve tê birêvebirin û ji cihekî tenê yê xwarinê derbas bûye; bûye qadeke germ a hevdîtinê, danûstandina çandî û parastina nasnameya neteweyî. Ji bilî kurdan, gelek welatiyên Fars ên hezkiriyên çand û xwarina kurdî jî serdana vî cihî dikin.

Xwediyê xwaringeha Şehram, xelkê bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û berî çendîn salan ligel malbata xwe bar kiriye Tehranê. Şehram dibêje: "Em hemû hewla xwe didin ku xizmeta hemû kurdên serdana Tehranê dikin bikin, çi kurdên niştecihên vir bin yan jî yên ji deverên din tên, da ku hest bi rehetiyê bikin û xwe wekî li mala xwe bibînin."

Xwaringeh bi xemlandina xwe ya folklorî û lêdana berdewam a muzîka kurdî, hest û hewaya Kurdistanê ji bo mêvanan zindî dike.

Li xwaringeha 'Şehram'ê, xwarinên xwemalî yên wekî 'kelane' û 'bursaq' bi destê dayik û jinên kurd tên amadekirin. Ev cihêrengiya xwarinan bûye sedem ku niştecihên Tehranê ji nêz ve bi çêja otantîk a Kurdistanê şa bibin.

Ji bilî xwarinê, ev der gelek caran dibe cihê lidarxistina rêûresmên çandî, govend û şevbihêrkên dostane. Yek ji xwendekarên Kurd ê ku serdana restorantê dike dibêje: "Li vir her çendî xwaringehê be jî, ji bo xwendekar û kurdên li Tehranê cihekî gelekî aram û çandî ye. Her kesê ku tê vir, ji bo kêfxweşî û dîtina malbata kak Şehram tê."

Ev xwaringeh mêvandariya kurdên ji herêmên cuda, di nav wan de kurdên Xurasanê jî dike. Ev karsaziya biçûk a malbatî bûye mînakeke serkeftî ku çawa karsaziyek dikare bibe pireke xurt ji bo parastina nasname, zindîhiştina çandê û xurtkirina hevgirtina civakî di navbera kurdên li dîasporayê û paytexta Îranê de.