Civîna şandên Hewlêr û Bexdayê piştî çar seetan bi dawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Federalî li Bexdayê civîneke dûr û dirêj a çar seetî kir, ku tê de dosyaya mûçeyan, pişka Herêma Kurdistanê di reşnivîsa budceya 2027ê de û hinardekirina petrolê hatin nîqaşkirin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, civîna îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Federalî de ji seet 12:00 heta 16:00 berdewam kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku di wê civînê de, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Omêd Sabah û şanda Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Temîmî li ser çespandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeqanûna budceya 2027ê de axivîn; ev jî ji ber ku biryar e Encûmena Wezîran a Îraqê li roja Sêşemê ya bê civîneke taybet li ser pejirandina reşnivîsa budceyê bike.

Di tewerê serekî yê wê civînê de jî, şanda Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kiriye ku divê pişka mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê bi temamî ji xerciyên rastîn bê cudakirin û wekî salên borî bi xerciyan re neyê tevlîkirin, daku ti astengî li ber xerckirina mûçeyan çê nebin, ku ji bo sala 2027ê 11 trîlyon û 200 milyar dînar bo gişt mûçeyên Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin.

Herwisa şanda Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Îraqê de ji %12.67 bo %14.14 bê bilindkirin. Li ser dosyaya petrolê jî, xerciya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ku bi 425 hezar bermîl hatibû diyarkirin û lihevkirina li ser cîgirkirina mafên kompaniyên petrolê hat nîqaşkirin, ji ber ku Wezarêta Darayî ya Federalî pêştir ev rêje di reşnivîsê de cîgir nekiribûn.

Di pareka din a wê civînê de jî, pirsa dahatên negirêdayî petrolê, dahatên deriyên sînorî û bicihanîna sîstema Asycudayê li gumanikan bi berfirehî hatin behskirin. Herwisa biryar e di van du rojên berî civîna Encûmena Wezîran a Îraqê de, danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê berdewam bin daku daxwazên Herêma Kurdistanê di reşnivîsa projeqanûna budceya sala 2027ê de bi fermî bên cîgirkirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kesên li jêr pêk dihat:

1.     Dr. Omêd Sabah: Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê (Serokê Şandê).

2.     Kemal Mihemed: Wezîrê Elektrîkê û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi wekalet.

3.     Dr. Ebdulhekîm Xesrew: Serokê Fermangeha Hevahengî û Şopandinê li Encûmena Wezîran.

4.     Dr. Şaxewan Ebdullah: Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê.

5.     Faris Îsa: Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê.

Şanda Hikûmeta Federalî ya Îraqê ji kesên li jêr pêk dihat:

1.     Mihemed Temîm: Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê (Serokê Şandê).

2.     Falih Sarî: Wezîrê Darayî yê Îraqê.

3.     Heyan Ebdulxenî: Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Enerjiyê.

4.     Emar Subhî Meşhedanî: Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî.

Her li gorî zanyaran, Hikûmeta Îraqê di budceya sala 2027ê de, 13 trîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê diyar kirine û ev hejmara pereyî jî têra mûçe û xerciyên wê nake.

Ji aliyekî din ve jî Kurdistan24ê zaniye ku dahata Îraqê ji bo sala 2027ê bi 174 trîlyon dînaran hatiye xeminandin û xercî jî digihêjin 217 trîlyon dînaran. Bi vî rengî jî bi bihayê 43 trîlyon dînaran kurtanîn di budceyê de çê dibe û biryar e ku hikûmet bi rêya qerzên navxwe û derve tijî bike.