Serok Barzanî sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe bo malbatên her du qurbaniyên lehiya bajarê Hewlêrê diyar kir û sersaxî ji wan re xwest.

Baregayê Barzanî duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Serok Barzanî sersaxî ji malbatên her du welatiyan Mihemmed Resûl Hemedemîn û zarokê 5 salî Mistefa Serkewt Xidir re xwest, ku bi mixabiniyeka mezin ve di encama lehiya pêr a bajarê Hewlêrê de bûn qurbanî û canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Baregayê Barzanî de hatiye: "Ez hevparê xema her du malbatên qurbaniyên wê rûdana dilhejîn im û ji Xudayê Mezin dixwazim ku sebir û hedarê bide wan û canê pak ê qurbaniyan jî bi behişta berîn şa bike."

Pêştir Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi rêya telefonê hevxemiya xwe gihand malbatên her du qurbaniyên lehiya Hewlêrê û Parêzgarê Hewlêrê jî wekî nûnerê wî tevlî şîna wan bû.

Pêleke bihêz a baranê ji roja Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê ve deverên Herêma Kurdistanê vegirtin û di şeva Şemî, 7ê Mijdarê de gihîşt asta herî bilind. Barîna rêjeyeka gelek zêde ya baranê di demeke kurt de bû sedema çêbûna lehiyê li hejmareka tax û cadeyên bajarê Hewlêrê û astengiyeke zêde ji bo çûnûhatina welatiyan çê kir.

Li gorî amarên fermî, ji ber lehiyê du kesan li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da, ku yek ji wan Mistefayê 5 salî bû û yê din jî ciwanekî xwebexş ê 25 salî bû ku di dema rizgarkirina xelkê de xeniqî.