Hevpeymaniya Niştimanî pêşwazî li destpêxeriya Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Niştimanî pêşwaziya xwe ji bo destpêxeriya Serok Mesûd Barzanî ya derbarê diyalog û lihevtêgihiştina di navbera alî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de nîşan da û tekez kir ku ev pêngav ji bo çareserkirina nakokiyan, parastina mafan û bihêzkirina yekrêziya navmala kurdî gelekî girîng e.
Hevpeymaniya Niştimanî îro 9ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand, bikaranîna diyaloga siyasî wekî rêyeke sereke ji bo pêkanîna aramiya giştî pêdiviyeke lezgîn e, bi taybetî di vê qonaxa hesyar de ku Iraq û herêm di nav rûdan, guhertin û alozîyên siyasî û ewlehiyê re derbas dibin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku diyaloga niştimanî û hevtêgihiştina hêzên siyasî bingeha bingehîn a çareserkirina arêşeyan û derbaskirina zehmetiyan e; bi awayekî ku hemû mafên destûrî bên misogerkirin, ewlehî û aramiya Iraqê bihêz bibe û berjewendiyên hemû pêkhateyan werin parastin.
Di beşeke din a peyama xwe de, Hevpeymaniya Niştimanî bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê ya li Herêma Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku ew her cure êrîş û destdirêjiya li dijî sazî û binesaziya aborî bi temamî red dikin, ku rasterast gefê li ser ewlehî û aramiya giştî çêdike.
Her wiha hevpeymaniyê piştgirî da hewlên hikûmetê yên ji bo vekolîna bûyerê û dadgehkirina wan kesên ku destê wan di êrîşê de heye.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Niştimanî careke din pêdagirî li ser pêşxistina berjewendiyên bilind ên niştimanî, rêzgirtina li destûrê û serweriya yasayê kir, bi vî rengî ku yekîtiya xaka Iraqê, aramiya wê û berjewendiyên hemû welatiyan bên parastin.