PDK: Li ber ronahiya destpêxeriya Serok Barzanî de em amade ne ligel YNKê bicivin û guftûgo bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşwaziyeke germ li peyam û destpêxeriya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo derbaskirina xitimbûna siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ew amade ne ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dest bi diyalogê bikin.
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed îro 9ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand, PDK li ber ronahiya destpêxeriya Serok Barzanî, bi tevahî amade ye ji bo guftûgo û civîna ligel birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi mebesta çareserkirina kêşeyan û dawîanîna li qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê.
Her wiha di daxuyaniyê de tekezî li ser lidarxistina guftûgo û hevdîtinan ligel aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin, da ku hemû alî bi hev re bibin bersiv ji bo daxwaz û xwestekên hevniştimaniyan û vê qonaxa dijwar di berjewendiya gel û niştiman de derbas bikin.
Ev daxuyaniya PDKyê piştî wê yekê hat, Serok Barzanî di peyamekê de ragihandibû ku berjewendiya gelê Kurdistanê li ser hemû armanc û berjewendiyên din re ye; her wiha Serok Barzanî bang li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî kiribû ku ligel Partiya Demokrata Kurdistanê bicive.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrîban
Derbarê pêşketin û rewşa siyasî de, pêwîst e hemû alî vê yekê li ber çavan bigirin ku berjewendiya gelê Kurdistanê ji hemû berjewendî û armancên din mezintir e.
Li ser vê bingehê jî, ez daxwaz ji birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim ku ligel Partiyê pêkve rûnin, kêşeyan çareser bikin û dawî li qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bînin.
Her wiha gelekî pê xweşhal dibim ku aliyên siyasî yên din ên Herêmê jî beşdarî di gavên proseya siyasî de bikin, bi hev re hikûmeteke berfireh û niştimanî pêk bînin û bersiva daxwaz û hêviyên xelkê Kurdistanê bidin.