Mesrûr Barzanî: Pêwîst e em nakokiyên xwe yên bi hikûmeta federal re li gorî destûrê çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, piştî serdana xwe ya fermî ya bo Bexdayê, bi rêya telefonê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê Tom Barrack re axifiye û çendîn pirsên girîng ên herêmê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez xweşhal bûm ku piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, bi rêya pêwendiyeke telefonî bi birêz Balyoz Tom Barrack re axifîm.”

Mesrûr Barzanî her wiha got: “Em li ser girîngiya bihêzbûn û hevgirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên me yên ligel hikûmeta federal li ser bingeha destûrê hevnêrîn bûn.”

Serokwezîr diyar kir jî, “Di vê çarçoveyê de, me her du aliyan pêşwazî li pêşketina danûstandinên îro yên ligel Serokwezîr birêz Elî El-Zeydî û hikûmeta wî yên li ser mijara Qanûna Budceya Federal kir û em bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de rêkeftina petrol û gazê bigihêje encamê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Di pêwendiyê de, me tekezî li ser hevkariya bihêz a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 9ê Mijdarê bi serdaneke fermî gihîştibû Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî civiya bû. Di civînê de pişka budceya Herêma Kurdistanê û hejmarek pirsên girîng û çarenûssaz hatibûn nirxandin.

Derbarê heman mijarê de, Parlamenterê Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê "tijî destkeFt" bûye û di yek serdanê de çendîn pirsgirêkên kombûyî hatine çareserkirin.

Şêrwanî destnîşan kir: "Di demekê de ku reşnivîsa budceyê nîgeranî çêkiribû û dabînkirina mûçeyan misoger nekiribû, Serokwezîr tevahiya hewlên xwe danî ser wê yekê ku divê berî her tiştî mûçeyên fermanberan li Bexdayê werin garantîkirin û ev hewldan jî bi ser ket."