Tom Barrack: Yekrêziya hikûmeta Herêmê pêkhateyeke girîng a Iraqeke bihêz û aram e
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê Tom Barrack ragihand, yekrêzî ji bo hebûna hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê, pêkhateyeke sereke û bingehîn e ji bo pêkanîna Iraqeke bihêz û xwedî aramî.
Tom Barrack îro 10ê Mijdara 2026an li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî Xê behsa peywendiya xwe ya telefonî ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û tekez kir: "Yekrêzî û hevgirtina hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê, hêmaneke girîng û bingehîn e ji bo Iraqeke bihêz û aram."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê roja 9ê Mijdarê jî li ser heman platformê peyamek belav kiribû û gotibû: "Diyaloga rasterast a di navbera Bexda û Hewlêrê de riya herî rast e ji bo çareserkirina kêşeyên aloz; di serî de pirsên wekî henardekirina petrolê, mûçe û dahat."
Tom Barrack pesnê hewlên her du serokwezîran da û diyar kir: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro ew serkirdayetî nîşan dan."
Barrack her wiha tekez kir: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê li kêleka her du aliyan bisekine, di heman demê de ku ew bi hev re ji bo avakirina Iraqeke pêşketî û xwedî serwerî kar dikin."
Ev helwesta Amerîkayê di demekê de tê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh bi serdaneke fermî çûbû Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî civiyabû.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê şermezar kirin û tekezî li ser berdewamkirina xerckirina mûçeyên fermanberan, lezkirina di derxistina Qanûna Petrol û Gazê de û her wiha misogerkirina pişka dadperwerane ya Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya sala 2027an de kirin.